Tecrîd dibe rojeva NY´ê

Sêşem 20 Hezîran 2023 - 15:08

  • Hiqûqnas û pisporên mafên mirovan xwe amade dikin ku doza tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bixin rojeva civîna Komîteya Daîmî ya Mafên Mirovan a NY´ê ya 53’an.

Komeke hiqûqnasan, bi beşdarî û piştgiriya hin rêxistinên hiqûqî yên pirsporên mafên mirovan û girtiyên siyasî, amadekariyan dikin ku doza tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirina qanûnên NY`yê ji aliyê dewleta Tirk ve bixin rojeva civîna 53`yan a Komîteya Daîmî ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyê (NY).

Ji zêdetirî 24 salan ve Rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê dîl hatiye girtin û di nava tecrîdeke giran de ye. Tevî daxwaznameyên parêzerên wî yên ji desthilata Tirkiyeyê re, ev zêdetirî 27 mehan e ku agahî jê nayê girtin.

Ji bo nîqaşkirina mafên mirovan li cîhanê, amadekariyên lidarxistina civîna 53`yan a Komîteya Daîmî ya Mafên Mirovan li paytexa Siwîsreyê Cenevreyê, dest pê kirin.

Sûcên Tirkiyeyê çi ne?

Li gorî endamê Rêxistina Efûyê, serokê berê yê dadgeha Misirê û serokê Meclisa Rêveberiya Mala Edaletê ya Darizandina Navneteweyî û Parêzeriyê Elaa Selame, ew pîlan dikin doza tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan ji aliyê desthilata Tirk ve bixin rojeva civînê. Ew ê tevî komeke hiqûqnas û nûnerên rêxistinên hiqûqî yên cîhanê tev li civînê bibe. Selame got, armanca wan ew e ku bipirsin, ka encamên ku Komîteya Mafên Mirovan ji raporên binpêkirin û sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî û girtiyên siyasî yên Tirkiyeyê, derxistine çi ne.

Biryara NY´ê pêk bînin

Komîteya Mafên Mirovan a NY`ê, di Îlona 2022`yan de bang li desthilata Tirk kir ku bihêle girtî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Di Çileyê 2023`yan de, komîteyê careke din bang kir lê bê encam bû. Li ser mijarê de parêzer û wasiyê Rêber Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç destnîşan kir ku li gorî qanûnên Tirkiyeyê, dadgeh nikare cezayan li Rêber Abdullah Ocalan bibirre û got, “Lê ji ber ku rêxistinên navneteweyî bersiva daxwaznameyên hevdîtinê nadin, Tirkiye sûcên xwe didomîne. Divê biryara NY`yê ya têkildarî mijarê pêk were.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.