Tecrîd biqede demokrasî pêk tê

Çarşem 4 Çile 2023 - 02:28

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, di Nobeda Edaletê de ne. Wekîlên HDP’yî li ber Deriyê Dîkmenê yê Meclîsê kom bûn û ber bi Wezareta Edaletê ve meşiyan. 

Parlamenter Tulay Hatîmogûllari, Îmam Taşçier, Abdûllah Koç, Erdal Aydemîr, Ayşe Surucu, Huseyîn Kaçmaz, Şevîn Coşkûn û Nûsrettîn Maçîn tevlî nobeda doh bûn.

Îmam Taşçier li vir daxuyanî da û bi bîr xist ku ev 21 meh in hevdîtin li Ocalan hatiye qedexekirin û got, "Ev rewş ji tecrîdê jî wêdetir e. Em ji desthilatdariya Tirkiyeyê re dibêjin; li gorî qanûnên ku we bi xwe danîne, tevbigerin. Di navbera salên 2013-2015'an de bi Birêz Ocalan re li Îmraliyê mase hate danîn. Yê ku mase danî kî bû? Ev desthilatdarî bû. Piştre vê desthilatdariyê mase qeliband. Yê ku îro tecrîdê ferz dike dîsa ev desthilatdarî ye.’’

Taşçier got, heta meseleya Kurd neyê çareserkirin wê ev bêhiqûqî û bêedaletî dewam bike û got, "Îro heger derfeta Birêz Ocalan hebe, bi dîtina min wê li Rojhilata Navîn şer biqede. Wê êdî nekevin nava xaka Iraqê ku em jê re Başûrê Kurdistanê dibêjin. Wê bi Yewnanistanê re rageşiya şer rû nede. Ji ber ku ev şer hem ji aliyê aborî hem jî ji aliyê siyasî ve Tirkiyeyê tengav dike."

 

Mifteya demokrasiyê li Îmraliyê ye

Taşçier anî ziman ku divê ev şer tavilê bê sekinandin, tavilê meseleya Kurd bê çareserkirin: "Pêvajoya salên 2013-2015'an baş tê bîra her kesî. Ji sedî 70´ê gel alîgirê çareseriya meseleya Kurd bû. Em bawer dikin ku heger meseleya Kurd bê çareserkirin, pereyê ku li şer tê xerckirin, wê ji demokrasî û mafên mirovan bê veqetandin û hiqûq bi cih bê anîn."

Taşçier bal bire ser rojeva têkildarî guhertina Destûra Bingehîn jî û got, "Mifteya demokrasiyê li Îmraliyê ye. Dema ku tecrîda li ser Ocalan hate rakirin, hevdîtinan pê re destpê kir û mase ji nû ve hate danîn, hingî wê demokrasî li Tirkiyeyê bi cih were, Kurd jî wê li ser xaka xwe bi rengekî azad bijîn."

ANF/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.