- Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) kongreya xwe ya duyemîn li paytexta Fransa Parîsê dawiya hefteyê li dar xist.
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) kongreya xwe ya duyemîn li paytexta Fransa Parîsê dawiya hefteyê li dar xist.
Ji Elmanya, Fransa, Swîsre, Awusturya, Holanda, Belçîka û gelek welatên Ewrûpayê bi sedan ciwan tevlî kongreyê bûn.
Kongre di çarçoveya pêngava 'Werin cenga azadiyê' de bi dirûşma 'Tolhildan rêxistinbûn e, rêxistinbûn azadiya Rêber Apo ye' pêk hat.
Piştî hilbijartina dîwanê, Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal ji ciwanan re axivî.
Kartal beşdarên kongreyê silav kirin û bal bire ser rola ciwanan a demê. Di kongreyê de peyameke bi dîmen ji ciwanên Rojava hat û piştre jî sînevîzyona ji axaftina Abdullah Ocalan a li ser ciwanan hate nîşandan.
Di peyamên kongreyê de hate destnîşankirin ku ciwanên Kurd wê têkoşîna şoreşê ya Kurdistanê mezin bikin û ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li her cihî bi rola xwe rabin.
Di kongreyê de endamên meclîsa nû ya TCŞ'ê hate hilbijartin.
PARÎS