Tavilê biçin Îmraliyê
Çarşem 5 Çile 2022 - 02:18
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê miracaetî CPT´ê kir û jê xwest ku tavilê biçe serdana Îmraliyê.
Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayê girtin. Miracaetên parêzeran û malbatan ên ji bo hevdîtinê jî bêbersiv têne hiştin.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, 24'ê Kanûna 2021'ê miracaetî Dadgeha Destûra Bingehîn kir û got, "Ji bo dawî li zerarên ji ber binpêkirina xala 17'an a destûra bingehîn (qedexeya êşkenceyê) bê anîn, ji bo malbat û parêzer karibin hevdîtinê bikin, li gorî xala 73’yan a rêziknameya navxweyî bila biryara tedbîrê bê wergirtin."
Parêzeran 24'ê Kanûnê her wiha giliyê dozger û dadgerên peywendîdar li Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) kir bi hinceta ku li dijî qanûnê wezîfeya xwe bi nebaşî bi kar tînin û li pêşiya bikaranîna mafan dibin asteng.
Daxwazên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji CPT´ê
Parêzeran miracaetî Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewrûpayê (CPT) kir û bûyerên li Îmraliyê diqewimin, weke 'êşkence û kiryara xerab' bi nav kir.
Parêzeran ev daxwaz ji CPT´ê kirin:
- Komîteya we bi lezgînî divê biçe serdana Girava Îmraliyê,
- Serdana parêzeran tavilê bê kirin û daîmî be,
- Serdana malbatê û wasî bi rêk û pêk be û cezayên dîsîplînê yên li dijî hiqûqê bêne rawestandin,
- Li gel bicihanîna mafên serdanê, her wiha mafê axaftina bi telefonê jî bi rêk û pêk were misogerkirin,
- Astengiyên li pêşiya şandin û wergirtina name û faksan bên rakirin,
- Kiryarên nehiqûqî yên têkildarî rojname, kovar û pirtûkan bên bidawîkirin,
- Ji bo pêşîgirtina li êşkence, kirinên li dijî mirovahiyê û kirinên nebaş, tedbîr bêne wergirtin û bicihanîn."
MA/STENBOL