Talûkeya DAÎŞ'ê hîn heye
Duşem 24 Adar 2025 - 02:50
Pisporê tevgerên tundraw û terorîzma navneteweyî Mûnîr Edîb bal bir ser talûkeya DAÎŞ'ê ya hîn didome û wiha got:"Gelek sedem hene ku em dikarin bibêjin ku DAIŞ nehatiye jinavbirin, da ku em behsa vegera rêxistinê bikin."
Salvegera rizgarkirina Baxozê (23 Adar) qonaxeke dîrokî a bidawîhatina serdestetiya DAIŞ'ê ya li ser erdê ye, lê metirsiya vegera wê hîna mijara gotûbêjê ye. Ew bi dizî tev digere û li benda derfetekê ye ku dîsa derkeve, bi taybet di nava kaosa ku li Sûriyeyê û derdora wê de.
Têkildarî sedemên ku nahêlin DAIŞ were tunekirin, lêkolîner û pisporê tevgerên tundraw û terora navneteweyî Mûnîr Edîb got: "Gelek sedem hene ku em dikarin bibêjin ku DAIŞ nehatiye jinavbirin, da ku em behsa vegera rêxistinê bikin. Şerek li dijî DAIŞ’ê hebû û ev şer ji hêla gelek aliyan ve hat kirin."
Mûnîr Edîb her wiha got: "Di rastiyê de, me rêxistin bi temamî ji nav nebiriye, lewre em nikarin behsa vegera wê bikin, bi taybetî ji ber ku şerê li dijî DAIŞ'ê bi rêya hewayî hat kirin û tu rûbirûbûnek li ser erdê ji bilî ya Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên ewlekariya xwecih ên Iraqê çênebû. Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ev rol negirt ser xwe û bi vî awayî, heta niha jî, piştî 6 salan hîna rêxistin zindî ye û hîna jî çalakiyên bibandor pêk tîne.”
Munîr Edîb wiha pê de çû: "Baregehên ewle ji rêxistinê re heta îro jî hene û rewşa siyasî ya lawaz li Sûriyeyê piştî rûxandina rêjîma Sûriyeyê penageheke ewle ji şaneyên rêxistinê re peyda dike. Xala sêyem jî; hin aliyên xwecih û herêmî hene ku piştgiriya rêxistinê dikin û hawirdorekê jê re peyda dikin. Ji ber vê yekê rêxistin niha bi şaneyên xwe yên razayî û çalak hîna heye û gefê li ewlekarî û aramiya herêmên Ereban û cîhanê dikin.”
Têkildarî aliyên ku sûdê ji berdewama hebûna DAIŞ’ê werdigirin, Munîr Edîb got: "Ev alî, ew rêxistinên îslamî yên ku nêzîkî îdeolojiya DAIŞ’ê ne, her wiha hin welatên ku rêxistinê ji bo armancên siyasî bi kar tînin û hin dezgehên îstixbaratî yên ku dibe ku bi rêxistinê kar bikin jî.”
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN