Talebanî: Barzaniyan Kurdistan firotine dijmin

Çarşem 25 Îlon 2024 - 16:20

  • Serokê YNK’ê Bafil Talebanî bi çarçoweya propagandaya destpêkirina hilbijartinê vîdeoyek belav kir. Talebanî di videoya xwe de amaje bi malbata Barzaniyan kir û got,’’Bi salan e wezîfeya Serokatiya Hikumeta Herêma Kurdistanê di destê hizbekê de ye û ew hizb xaka Herêma Kurdistanê firotiye dijminên gelê Kurd û Kurdistanê.’’

Serokê Yekîtiya Nîştiman a Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî bêyî ku navê malbata Barzanî bide di vîdeoyê de got,’’Hizbekê herêma Kurdistanê firotiye dijminên gelê Kurd û Kurdistanê.’’ Her wiha bi gotina,’’Bi salan e Seroktiya Herêma Kurdistnaê di dest vê hizbê de ye’’ rasterast destnîşan kir ku ya ku Herêma Kurdistanê firotiye dijminên Kurd û Kurdistanê malbata Barzanî ye.

Kurdistan firotine dijmin
Peyama ku Talebanî di vîdeoyê de belavkirî wiha ye: “Bi salan e wezîfeya Serokatiya Hikumeta Herêma Kurdistanê di destê hizbekê de ye û ew hizb xaka Herêma Kurdistanê firotiye dijminên gelê Kurd û Kurdistanê. Divê welatiyên me aramiyê hîs bikin, ne weke niha diron li ser asîman bifirin û rojane welatî bikujin û kes jî hemberî vê dengê xwe dernexe.”

Barzanî nahêlin Bexda mûçeyan bişîne
Talebanî di dewama peyama xwe de got ku hizba li Herêma Kurdistanê desthilat, rê nade Bexda mûçeyê karmendan bişîne û ev jî leyîstina bi welatiyan e.

Zexta li ser niviskaran zêde bûye
Talebanî da zanîn ku dema borî de Herêma Kurdistan li ser asta navneteweyî xwedî rêzdariyek mezin bû, ji ber ku azadî hebû, lê niha nivîskar û rojnamevan li ser nivîs û gotarên xwe tên girtin û bi terorê tên tewanbarkirin.ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.