Tabloyekî hevpar ê The Beatles

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 8 Sibat 2024 - 00:50

Tabloyeke koma muzîkê ya “The Beatles” çêkiribû li New York’ê bi 1,7 milyon dolarî hate firotin. Çar endamên komê John Lennon, Paul McCartney, George Harrison û Ringo Star ev tablo bi hevre çêkiribûn.

Navê tabloyê koma The Beatles “Images of a Woman” (Nîgaşên jinê) e û wan ev tablo di sala 1966’an de çêkiribû. Dema ku ew çûbûn li Japonyayê bajarê Tokyoyê konserekê bidin. Endamên komê beriya ku derkevin ser dikê û konser bidin wextên xwe bêhtir li otêlê dibihurandin. Piştî ku xelkên Japonyayê hinek malzemeyên hunerê weke diyarî dan wan, wan jî biryar girt ku li otêlê bi hevre tabloyekî bi vî rengî çêbikin. 

Ji dêvla ku her yek ji wan bi tabloyekî dakeve û bi serê xwe tabloyekî çêbike, wan tuwalekî tenê bi hevre parve kir. Her yek ji quncikekî tuwalê dest bi xêzkirinê kir û li nîveka tuwalê gihiştin hev. Piştî ku tablo bi dawî bû her yek îmzeya xwe li ser tablo zêde kir û bi vî awayî tabloyên wan temam bû. 

Pêvajoya vî tabloyê jî ji hêla wênegirê bi navê Robert Whitaker ve hate belgekirin. Di dema serdana Japonyayê de ew jî bi koma The Beatles re bû. Wî ji bo tablo got; “Piştî ku ji konserê vedigeriyan li otêlê ev tablo xêz dikirin. Gava ku wan ev tablo xêz dikir pirr bextewar bûn. Min ti carî wan ewqasî bextewar nedîtibû.”

NEW YORK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.