Swîsreyê Tirkê nijadperest xist hepsê

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 18 Adar 2023 - 03:17

  • Swîsreyê ji ber hewldana kuştina mirovan 3 sal cezayê hepsê li nijadperestê Tirk birrî.

Swîsreyê sala 2015´an nijadperestekî Tirk erebeya xwe ajotibû ser xwepêşanderên Kurd. Di vê êrişê de wî 4 Kurd birîndar kirin. Birînên yekî ji wan jî giran bûn. Dadgeha federal a Bernê ji ber êrişê 3 sal cezayê hepsê li Tirkê nijadperest birrîn.

Rêxistina AKP´ê ya Ewrûpayê UETD (Yekîtiya Demokratên Tirk ên Ewrûpî) xwest weke provokasyonê 12´ê Îlona 2015´an li paytexta Swîsreyê Bernê mîtîngekê li dar bixe. Kurdan û hêzên demokratîk nerazîbûn nîşanî vê mîtîngê dabû. Li rêya Schwellenmattstrasse, nijadperestekî Tirk, erebeya xwe ajot ser xwepêşanderên Kurd û demokrat. Di vê êrişê de 4 kes birîndar bûbûn. Birînên yekî ji wan jî giran bûn.

Dadgeha Bilind a Federal a Bernê 3 sal cezayê hepsê li nijadpertestê Tirk ê êrişkar birrî. Dadgehê ji ber hewldana kuştinê ceza li nijadperestê Tirk birrî.

BERN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.