ERDOGAN ZAMUR / AARAU
Pîrozbahiyên Newrozê li gelek deveran dest pê kirin. Kurdên li Swîsreyê jî amadekariyên xwe yên ji bo pîrozbahiyên Newrozê temam kirine. Pîrozbahiya navendî ya Newrozê îsal li bajarê Fribourgê 18´ê Adarê (îro) saet 14:00´an e. Ji ber felaketa erdhejê çalakiyên îsal bêhtir wê weke çalakiyên piştgirî û alîkariya mexdûrên erdhejê bi rê ve biçin.Bi beşdariya siyasetvanên Swîsreyê 22 û 23´yê Adarê li bajarên Lozan, Basel û Zurichê wê resepsiyonên Newrozê bi rê ve biçin.
Di pîrozbahiya îro li Fribourgê ya li meydana “Fribourg Form”ê de Hozan Comerd, Silbus û Tarî, Azad Bedran, Baran Bazid, Koma Lêlo, Koroya Jinen Azad jî beşdar dibin.
Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) û Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bang li xelkê kir ku tevlî pîrozbahiyên îsal ên Newrozê bibin. Wan got, “em bi ruhê Yekîtiya Neteweyî ya Kurd tevlî Newroza 2023´yan bibin”. Wan xwest Kurd bi Newrozê helwêsta xwe ya li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan nîşan bidin û bibin bersiva sedsaliya Peymana Lozanê. CDK-S û YJK-S´ê da zanîn ku pîrozbahiyên Newrozê wê ji bo wan bibin destpêka têkoşîna wan a bi dawîkirina rejîma AKP-MHP´ê di hilbijartina 14´î Gulanê ya Tirkiyeyê de.
Li sê bajaran resepsiyon
Komîteya Amadekar a Newrozên Swîsreyê da zanîn ew ê ku tevahiya dahata ji çalakî û pîrozbahiyên Newrozê ji mexdûrên erdhejê re bişînin.
Resepsiyona li Lozanê wê 22´yê Adarê li avahiya Casino de Montbenon bi rê ve biçe.
Resepsiyona Newrozê ya li Baselê jî wê 22´yê Adarê saet 18:30´î li Keserne Haus bi rê ve biçe. Serokê Meclîsa Kantonê Bulent Pekerman jî wê di resepsiyonê de bipeyive.
Resepsiyona Newrozê ya li Zurichê 23´yê Adarê saet 18.30´î li Kirchgemeindehausê bi rê ve biçe