Swîsre hildibijêre 

Nûçeyên Dîaspora

În 20 Cotmeh 2023 - 03:07

ERDOGAN ZAMUR / BASEL

Li Swîsreyê 22´yê Cotmehê hilbijartin tên kirin û saziyên Kurdan ên li Swîsreyê destekê didin van namzetên ji bo parlamena federal: Mustafa Atici, Huseyin Mamakli, Leyla Guzel  û Omer Reşitoglu.

Kurd wekî din destekê didin dostên Kurdan Remi Pagani, Franziska Roth, Fabian Molina û Dr. Beppe Savary-Borioli jî.

Di hilbijartina yekşema bê de wê 200 endamên meclîsa federal bên hilbijartin.

Li aliyekî, partiyên rastgir li Swîreyê dengê xwe zêde dike, li aliyê din di nava partiyan de hejmara namzetên biyanî zêde dibe. Li Baselê Mustafa Atici, Sîbel Arslan, li kantona Zurichê Hüseyin Mamakli ji wan namzetan e ku îhtîmala hilbijartina wî gelek e. Li Baselê, ji Kurdên Konyayê serokê meclîsa kantonê yê ji Partiya Lîberal a Keskan namzet, Bulent Pekerman jî dixwaze bikeve meclîsa federal. Li Bernê jî siyasetvana ciwan Leyla Guzel xurt xuya dike, li Luzernê jî Omer Reşitoğlu û Erbil Guneş namzet in.

Li ser navê Komîsyona Hilbijartinê ya Konseya Demokratîk a Kurdan- Swîsreyê (CDK-S), Ahmet Yaman peyivî û got, “Em ê li gorî kantonan destekê bidin namzetan. Pirraniya tercîha Kurdan SP [Partiya Sosyal Demokrat] e. Ji bilî van, Partiya Keskan, li Baselê BastA, Lîberalên Kesk û PdA´yê bi hev re Yekîtiya Hêzê ya Çep çêkirine, em destekê didin wan; li Lozan, Aargau û Bernê, em ê destekê bidin SP û Partiya Keskan.” 

 

Namzetên ku kurd destekê didin wan

Li gorî daxuyaniya Yaman, Kurd li Swîsreyê destekê didin van  namzetên li jêr:

Cenevre
* Namzetê SP’yê Laurence Fehlmann Rielle, 
* Namzetê Partiya Keskan Nicolas Walder, 
* Namzetê tifaqa Çep Remi Pagani, 
* Serokê koma dostaniya Kurdan a li Meclîsa Federal Carlo Sommaruga,

Solothurn
* Franziska Roth,

Basel
* Namzeta BastA Franziska Stier,
* Claudia Friedl,

Ticona
* Dr. Beppe Savary-Borioli, 
* Adriano Venuti,

Zurich
* Fabian Molina.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.