- Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê, Ehmed Sehaf di daxuyaniyekê de ragihand ku doh di civîna wezîrên karên derve ya li paytexta Misrê Qahîreyê de li ser vegera Sûriyê ya li nav Yekîtiya Welatên Ereb de aliyan li hev kiriye.
Wezîrên karên derve yên Yekîtiya Welatên Ereb, li Qahîreyê civiyan û biryar dan ku Sûrî ji nû ve tevlî nav Yekîtiya Welatên Ereb bibe.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê, Ehmed Sehaf di daxuyaniyekê de ragihand ku doh di civîna wezîrên karên derve ya li paytexta Misrê Qahîreyê de li ser vegera Sûriyê ya li nav Yekîtiya Welatên Ereb de aliyan li hev kiriye.
Ehmed Sehaf diyar kir ku Yekîtiya Welatên Ereb wê êdî, qonax bi qonax ji bo çareserkirina qeyranên li Suriyeyê kar bike.
Li aliyê din Tora El Erebiyê ya Siûdiyê jî ragihand ku di civîna li Qahîreyê de li ser “vegera bi şert” a Sûriyeyê li nava Yekîtiya Welatên Ereb aliyan li hev kiriye.
Heman çavkaniyê got, encamnameya civînê, dibêje, ji 7’ê Gulanê û pê ve şandeyên Sûriyê dikarin tevlî civînên Yekîtiya Welatên Ereb bibin.
QAHÎRE