Sudanî bi rayedarên Ewrûpî re civiya

Nûçeyên Cîhan

Duşem 20 Sibat 2023 - 01:20

  • Ofîsa serokwezîrê Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî bi seroka Yekîtiya Ewrûpayê, rayedarên Elmanya, Fransa, Îtalyayê re di Konferansa Ewelekarî ya Munchenê de civiyaye.

Serokwezîrê Iraqê bi seroka Yekîtiya Ewrûpayê, Wezîrê Karê Derve yê Emerîka û gelek rayedarên welatên din re civiya. Sudanî di civînan de ji welatên Ewrûpayê xwest alîkariyê bidin Iraqê.

 

Sûdanî daxwaza alîkariyê kir

Ofîsa serokwezîrê Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî bi seroka Yekîtiya Ewrupayê, rayedarên Elmanya, Fransa, Îtalyayê re di Konferansa Ewelekarî ya Munchenê de civiyaye.

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Seroka Yekîtiya Ewrûpayê Ursula Von Der Leyen piştgiriya xwe ya ji bo Hikumeta Iraqê biryara reformê dubare kir. Ursula Von Der amadebûna hemû welatên Ewrûpayê ya ji bo alîkarî û guhertina bi Iraqê re diyarkir.”

Sudanî di civîna bi Wezîrê Karê Derve yê Emerîkayê Antony John Blinken re behsa dosya û peywendiyên di navbera her du welatan de kir. Herwiha behsa rêyên ji bo bihêzkirin û girîngîdayîna aliyên cuda de hate kirin.

 

Ji Înterpolê alîkarî xwest

Hate gotin ku serokwezîrê Iraqê bi Emîndarê Giştê yê Înterpolê Jûrgen Stock re civiya û jê xwestiya ku di warê wergirtina pereyê hatî dizîn û daxwazên din de bibe alîkar. Sudanî ragihandiye ku pêwîstiya tedbîrên hikumetê bi Înterpolê heye. Sudanî xwestiye kesên qaçaxçitiya pere dikin û pereyê hatî dizîn dikin, werin binçavkirin.

Li gorî daxuyaniyê Sudanî behsa pêwîstiya ewlekariya hemû sînorên Iraqê kiriye û pêwîstiya xizmetguzariyê bi Înterpolê kiriye. Di dewamê de tê gotin; “Daxwaz ji Înterpolê hatiye kirin ku di warê perwerdeyê de bibe alîkar. Herwiha di warê agahiyên ewlekariyê de, jî bibe alîkar. Emîndarê giştî  yê Înterpolê jî amadeyiya rêxistina xwe ya ji bo alîkarî dayîna Iraqê û karkirina ji bo wergirtina pereyê hatî dizîn ragihand.”

ROJNEWS/BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.