• Jina bi navê Samantha Elhassani ya ku Emerîkayê ew sala 2018´an ji kampeke girtî ya li Rojava biribû welatê xwe, ji ber ku desteka madî daye DAIŞ´ê tê dadgehkirin. Dozger xwest ku ji ber vê 10 sal ceza lê bê birrîn. Lê hem gelek rêxistinên mafê mirovan û hem jî rêxistinên Ezîdiyan ji vê yekê nerazî ne. Ew dixwazin ku ev jina hanê ya 33 salî ji ber beşdariya qirkirina Êzîdiyan bê dadgehkirin.

Jina bi navê Samantha Elhassani ya ku Emerîkayê ew sala 2018´an ji kampeke girtî ya li Rojava biribû welatê xwe, ji ber ku desteka madî daye DAIŞ´ê tê dadgehkirin. Dozger xwest ku ji ber vê 10 sal ceza lê bê birrîn. Lê hem gelek rêxistinên mafê mirovan û hem jî rêxistinên Ezîdiyan ji vê yekê nerazî ne. Ew dixwazin ku ev jina hanê ya 33 salî ji ber beşdariya qirkirina Êzîdiyan bê dadgehkirin.
Elhassani, sala 2014´an çûbû Sûrî, mêrê xwe û tiyê xwe jî biribûn vî welatî, kiribûn nav refên DAIŞ´ê. Mêrê wê sala 2017´an di êrişeke bi dronan de hatibû kuştin. Wê yek ji zarokên xwe di vîdeoyeke DAIŞ´ê de bi kar anîbû ku tê de dihat nîşandan ka çawa eskerên Emerîkî tên kuştin.
Weqfa bi navê Free Yezidi Foundation (FYF), nerazîbûna xwe îfade kir li hemberî îdîanameya dozger. Wê xwest hem ji ber tevlîbûna nav refên çeteya DAIŞ´ê û hem jî ji ber beşdariya kolekirina Êzîdiyan, ew ji ber sûcên li dijî mirovahiyê ya di Qanûna Ceza ya Emerîkî de bê dadgehkirin. FYF´yê dadgehkirina DAIŞ´iyan li Elmanyayê ji ber beşdariya qirkirinê û sûcên li dijî mirovahiyê jî weke mînak nîşan da.

INDIANA