Li bajarê Fransayê Strasbourgê, Meclîsa Gel a Kurd kongreya xwe ya asayî ya 8´an li dar xist.
Bi rasthatina Hefteya Lehengiyê, kongreyê pêşî şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn. Piştî nirxandina pêvajoya siyasî, rapora xebatê ya salane hat xwendin. Herî dawî jî hilbijartin çêbû.
Di nirxandina pêvajoya siyasî de hat gotin, tevahiya bûyer û kirinên navnetweyî û yên li Tirkiyeyê paralelî tecrîdkirina mutleq a Rêber Abdullah Ocalan bi rê ve diçin. Di nirxandinê de îşaret bi helwêstên muhtemel ên dewleta Tirk hat kirin û hat gotin, miletê Kurd divê baweriya xwe ne bi desteka welatekî ji derve bîne, lê bi hêza xwe bixwe divê baweriyê bîne.
Piştî xwendina raporê û plansaziyê, Elîf Doner û Erhan Aktay weke hevserokên Meclîsa Gel a Kurd aStrasbourgê hatin hilbijartin.
STRASBOURG