- Hefteya bihurî 65 kesayetên jin ên ji seranserê dinyayê metna bi daxwaza lêpirsîna dewleta Tirk ji ber bikaranîna sîlehên kîmyewî ya REPAK´ê mohr kiribû.
Hefteya bihurî 65 kesayetên jin ên ji seranserê dinyayê metna bi daxwaza lêpirsîna dewleta Tirk ji ber bikaranîna sîlehên kîmyewî ya REPAK´ê mohr kiribû. Van jinan bang li Rêxistina ji bo Qedexekirina Sîlehên Kîmyewî (OPCW) kir da ku îmzekera xwe Tirkiyeyê ji ber bikaranîna sîlehên kîmyewî li Başûrê Kurdistanê kontrol bike.
Yek ji wan îmzekeran jî ji stêrkên Hollywoodê Debra Winger bû. Aktrîsta sereke ya filma ”An officer and a gentelman (Sûbayek û camêrek)” bêkêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) û OPCW´ê ji ber ku ti gava ji bo lêpirsîna bikaranîna sîlehên kîmyewî bi destê dewleta
Tirk li Başûrê Kurdistanê nekiriye, rûreş kir.
Di dema êrişên dagirkeriyê yên li dijî Serêkaniyê de jî Debra Winger destek dabû Rêveberiya Xweser.
LOS ANGLES