Statuya Kurdistanê çawa tê lawazkirin ?

Çarşem 24 Hezîran 2026 - 16:00

  • Gefên li ser Herêma Kurdistanê roj bi roj zêde dibin. Nakokî û nakokiyên di navbera aliyên herêmê de bûne sedema ku Bexda roj bi roj stûnên hikumeraniyê yên Herêmê qels bike û Herêmê bêhtir bi hikûmeta navendî ve girê bide. Bi taybetî bi rêya sê stûnên sereke yên herêmê; petrol, pêşmerge û deriyên sînor.

 

Herêma Kurdistanê li ser çend stûnan hatiye avakirin ku ew jî sedemên pêşketin û mayîndebûna Herêma Kurdistanê wekî statuyeke siyasî û îdarî ne. Lêbelê, hikûmeta navendî ya Iraqê, bi alîkariya welatên din yên herêmê, gav bi gav dixebite ku van stûnan hilweşîne, da ku Herêma Kurdistanê êdî wekî statuyekê nemîne û wekî her parêzgehek din ya Iraqê bi wê hesab ji bo wê were kirin.

Herêma Kurdistanê li ser çend stûnên sereke disekine ku sê ji wan ên herî girîng petrol, deriyên sînor û Pêşmerge ne. Hikûmeta Bexdayê bi qanûn, hêz û dîplomasiyê van stûnan yek bi yek hejandiye û dixwaze çîroka ezmûna Herêma Kurdistanê bidawî bike. Welatên dagirkerên Kurdistanê jî di vê planê de alîkariya hikûmeta Iraqê dikin.

Yek ji stunên Herêma Kurdistanê: Petrol

Herêma Kurdistanê ji aliyê aborî ve yek ji demarên sereke yên aboriya Iraqê ye, bi petrol û gaza xwezayî û deriyê xwe yê sînor. Ji bilî çavkaniyên din yên aborî, petrol û deriyên sînor du demarên girîng yên aborî yên herêmê ne. Bexda hêdî hêdî van her du stûnên aborî digire bin kontrola xwe.

Di sektora petrolê de, Herêma Kurdistanê xwedî kapasîteya hilberîna 250,000 heta 280,000 bermîl petrol di rojê de ye. Di sala 2023’an de, hikûmeta navendî li Dadgeha Parîsê dozek li dijî Herêma Kurdistanê qezenc kir û petrol ji kontrola Herêmê derxist û niha bixwe difiroşe.

Girîngiya deriyên sînor

Li gorî Desteya Gumrikê ya Iraqê, Herêma Kurdistanê 32 deriyên fermî, nîv-fermî û nefermî hene. Ev derî stûna sereke ya aboriya Herêma Kurdistanê û xweseriya wê ne. Ji 30 deriyan, 6 fermî ne, nêzîkî 6 nîv-fermî ne û 20 deriyên din jî nefermî ne. Niha hikûmeta Iraqê dixwaze van deriyên sînor bi rêya sîstema ASYCUDA kontrol bike.

Lêbelê, niha hikûmeta Iraqê ji sedî 50’yê dahata navxweyî ya Herêma Kurdistanê dixwaze, ku li gorî lihevkirinek a di navbera her du aliyan de bi 120 milyar dînar tê hesabkirin. Wekî din, hikûmeta navendî mijara mûçeyan ji destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derxistiye û ew bixwe mûçeyên karmendên Herêmê dide. Bi vî awayî, Iraq petrol û deriyên sînor kontrol dike.

Hêzên Pêşmerge

Hêza Pêşmergeyan, ku li gorî madeya 121 a destûra Iraqê hêza parêzvanên Herêma Kurdistanê ye. Li  gorî hejmarên fermî hejmara hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê di navbera 150,000 û 160,000 de ye ku di navbera PDK, YNK û partiyên din de hatiye dabeşkirin. Ev mijar ji dema hilweşîna rejîma Baasê ve yek ji pirsgirêkên çaresernebûyî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de ye.

Niha ku mijara hilweşandina komên çekdar yên Iraqê di bin zext û gefên Amerîkayê de derketiye holê, pêvajoya bêçekirina destpê kiriye. Bexda daxwaza hilweşandina hêzên pêşmerge dike û wan dike beşek ji Wezareta Parastinê ya Iraqê.

Hikûmeta nû ya Zeydî ji bo dûrketina ji zextên Amerîkayê û şerê li dijî komên çekdar, rêyeke navîn dîtiye; Avakirina wezareteke ewlehiyê ya federal. Heta niha şeş komên Iraqî amadebûna xwe ji bo danîna çekan nîşan dane. Niha Bexda daxwaz dike ku pêşmerge jî di nav wezaretê de cih bigirin, bi vî awayî Bexda dixwaze vê pozîsyona Herêma Kurdistanê qels bike û kontrol bike.

Eger li Herêma Kurdistanê neyekbûna navxweyî û têkçûna avakirina hikûmet û parlamentoyê berdewam bike, Bexda dê hemû stûnên din ên statuya Herêma Kurdistanê yen weke petrol û deriyên sînor kontrol bike û dê weke parêzgehên Iraqê nêzîkatî li Herêmê bike. Di heman demê de, nûnerê Amerîkî Tom Barrack niha ji bo hilweşandina sîstema federal dixebite û dixwaze tiştê ku li Sûriyeyê kiriye, li Iraqê jî dubare bike.

ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.