
- "Azadiya jinê tenê bi mêr re wekhevî yan jî dijberbûna mêr nîne. Abdullah Ocalan di pêvajoya dîrokî de nîşan da ku mêr jî hem gumanbar hem jî mexdûrê pergala zayendestperes te. Mêr heta ku van her du aliyan-rewşa hem gumanbarî hem jî mexdurbûnê- fêm neke û bi awayekî cidî guherînê neke, heta dikare bila îdia bike ku alternatîf û ji derveyê pergalê ye, nikare xwe ji versiyona pergala serdest a mêr xilas bike."
Heta mêr ji mêrtiya serdest dernekeve, wek Adullah Ocalan jî gotiye, wê kuştina mêr çawa bike rêgeha esas a sosyalîzmê? An jî mêr pergala bixwe re, bandora baviksalariyê lêpirsîn neke wê çawa sosyalîzmê bike jiyanê? Hewldana Abdullah Ocalan û tevgera azadiya Kurd hem di teorîk hem di qada pratîk de girîng e. Abdullah Ocalan dema têgehên mêr û jintiyê dinrixîne,windabûna heqîqetê ji hemû tevliheviyê derdixe. Wek mêr û jin, dema xwedîderketin li vê rastiyê hebe û veguherîn hebe wê riyeke çareseriyê di dîroka mirovahiyê de pêk bê.
Ji ber vê jî li şûna sosyalîzma zanistî, bêyî formula sosyalîzma demokratîk û demokrasiyê ne pêkan e, em rastiya ku biçin sosyalîzmê fêm bikin. Civakîbûna sosyalîzmê jî nîşan dide ku em kîjan civakîbûnê datînin holê û rastiya civaka polîtîk û exlaqê di vê rastiyê de heye. Di alî kesên xwe dane ser vê, xwe îqna kirine û têkoşînê dimeşînin, deriyê nû yên zîhniyetek cuda vedibe. Abdullah Ocalan mînaka herî xurt ya vê ye. Em parametraya ‘em çi naxwazin’ derxin holê jî em hîna jî nikarin jiyana azad pênase bikin. Her ku em bi têkoşînê xwe ji zîhniyeta şaristaniya çînî-dewletê xilas bikin em ê jiyana azad bi hev re bi teşe bikin. Ji bo pêşengiya vê jî jin tên û rola jin û ciwanan girîng e.
Jin Jiyan Azadî
James Ussher, di seddsala 17’emîn de pîskoposê Anglîkan yê Pîskoposê Armagh e. Ussher bi hesabkirinên avabûna cîhanê ya xwe dispêre bûyerên dîrokê û pirtûkên pîroz navdar e. Avabûna cîhanê di pirtûka xwe ya Beriya Zayînê sala 4004’an de a bi navê "Annales Veteris Testamenti, a prima mundi origine deducti" (Salên berê yên Ahît, ji destpêka cîhanê şûnde) weşandiye. Hewldana avakirina xetekê ya ji bo avabûna cîhanê wî dibe Sumeran.
Abdullah Ocalan jî bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ destpêka pirsgirêka azadiyê dibe heta Sumeran. Bi qasî têkiliya Jin û Jiyan, ji Amargî ya bi Sumeriye û beramberê azadiyê ye, jî derdikeve rê. Vegera li dayikê di wateya fîzîkî de nîne. Dayik-Jin, Dayik-Xwedawend pêşengên civaka xwezayî ne. Afrînerên bereket, îcatê ne. Ji taybetiyên biyolojîk wêdetir, ev taybetî wan dikin pêşeng. Ya ku tê xwestin veger lê hebe ev jiyan e.
Abdullah Ocalan kokên binpêkirinê heta Sumeran dibe. Yên ewil hatine binpêkirin jin in. Sumer ji ber hewcedariya vedana maden, kevir û textan, seferên leşkerî bê navber li Bakur dikirin. Çîroka Gilgamêş û Enkîdu jî di vê esasê de şîrove dike. Binpêkirina jinê jî bi bikaranîna sê rêbazan dike jiyanê. Ev çi ne ? :
1.Planên îdeolojîk û alavên wê
2.Bikaranîna tundiyê
3.Xespkirina aboriyê
Ji vê şûnde em dikarin bi mînakên cur bi cur binpêkirin û koletiyê bidin. Ji bo xespkirina nirx, berhem bi rehetî bê kirin, zîhniyeta hewce pê dihat dîtin bi van her sê rêbazan hat pêşxistin. (Manîfestoya şaristaniyan, Abdullah Ocalan). Em van bi mînakên cuda jî dikarin bibînin.
Ji ber vê ye ku ji bo zîhniyeta 5 hezar salî bê deşîfrekirin hewldaneke bi mezin tê dayîn. Reşkirin û windakirin di asta ewil de mijara heqîqetê ye. 5 hezar sal in heqîqet li ku winda bûye û bi giştî çi pê hatiye bûye mijara têkoşînê. Em dengê Îştar, Înanna û yên din di mîtolojiyan de dibihîzin. Jiyana azad a hatiye windakirin, azadî ye. Abdullah Ocalan di vê esasê de digihêje encama civaka exlaqî û polîtîk a li dora dayik-jinê bi teşe bûye.
Abdullah Ocalan ji bo vê ji şîroveyên sosyalîzmê veqetîne, wek sosyalîzma demokratîk îfade kir. Di esasê de bi vê nirxandinê qutbûna ji şaristaniyê pêk anî. Civaka exlaqî û polîtîk, nirxandina dîrokî û giştî ya civakî ye. Di esasê de Abdullah Ocalan dîroka mirovahiyê nivîsiye. Di aliyekî din de dîroka jinê, dîroka dewlet û etnîsîteyê jî nivîsiye, giştîbûna vê daniye holê.
JINNEWS/HAVÎN GUNEŞER
Ev nivîs ji hejmara 35’an a mijara dosyaya ‘Sosyalîzma civaka demokratîk’ a Kovara Jineolojiyê hatiye girtin.







