Li bajarê Silêmaniyê di salvegera qetilkirina Jîna Amînî bi destê polêsên hîcabê yên Îranê û bi wê re destpêkirina serhildana ‘Jin jiyan azadî’ li Navenda Çandê ya Jîna bi beşdarbûna çalakvan û nivîskaran çalakiyek hate lidarxistin.
Di çalakiyê li Navenda Çandê ya Jîna de sînevîzyonek li ser jiyana Jîna Amînî û çawaniya serhildana ‘Jin jiyan azadî’ hate nîşandan.
Di dewama çalakiyê de li ser salvegera qetilkirina Jîna Amînî û bi wê re destpêkirina şoreşa ‘Jin jiyan azadî’, mamosteyê zanîngehê Husên Husênî, çalakvan Banû Helebceyî, nivîskar Ebdullah Rûstem axivîn. Wan behsa serketina şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ kir û got, vê şoreşa dîrokî ya bi pêşengiya jinan her çar parçeyên Kurdistanê bi xwe girtiye û tirs xistiye dilê dijmin û dagirkerên Kurdistanê. Wan herwiha got, Jîna Amînî dê her tim û heta hetayê di dil û mejiyê her Kurdî de weke pêşenga şoreşeke dîroka jinan bimîne.
Jin dê her sembola şoreşê bin
Her wiha di çalakiyê de albûmeke wêne û dîmenên şehîdên şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ yên Rojhilatê Kurdistanê hate nîşandan.Di dawiya çalakiyê de strana Şikovanî ya Husên Sefayî ku li ser Jîna Amînî û şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ gotiye, hate gotin û çalakî bi dawî bû.
Têkildarî çalakiyê Rêvebera Navenda Jîna, Dîdar Şehla got, “Saziya me ya Navenda Jîna her ji destpêkê ve ji bo zindî hiştina şoreşa ‘Jin jiyan azadî û Jîna Amînî bû. Ew şoreşa ku her hêla Kurdistanê bi xwe girt û dewam dike. Jin wê her tim weke sembola vê şoreşê bimînin.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ