Şopdarê heqîqetê: Egîd Roj
Pêncşem 27 Sibat 2025 - 03:05
Hevrêya şehîd Egîd Roj, rojnamevan Lîlav Elî ku demek dirêj hevdû nas dikirin diyar kir ku rêhevalê wan Egîd deng û rengê rastiyê bû û got: "Heval Egîd astengî û zehmetî nas nedikirin, xwe di oxira şoreşê de feda kirbû."
Rojnamevan Egîd Roj (Şervan Seydo) ku 5’ê Sibatê 2025’an li Tişrînê di êrîşekê dagirkeriya Tirk a li dijî gel de şehîd bibû, rêwîtiyeke dûr û dirêj ya ku ragihandina dengê rastiyê bû meşand.
Egîd Roj, êrîşên dewleta Tirk ê dagirkeriyê, berxwedana bêhempa ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kêlî bi kêlî ji civakê re ragihand.
Ruxmê ku di temenê biçûk de tevlî Tevgera Azadiyê bibû jî astengî nas nedikir û bû şopînerê rêya Gûrbetelî û Xelîl Uysalan.
Derbarê jiyan û kesayeta rojnamevan Egîd Roj ê ku di êrîşekê dewleta Tirk a dagirker de li Bendava Tişrînê şehîd bibû, hevrêya wî û rojnemevan Lîlav Elî axivî.
Hovîtiya dagirkeriya Tirk belge kir
Rojnamevan Lîlav Elî anî ser ziman ku rêhevalê wan Egîd deng û rengê rastiyê bû û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Heval Egîd Roj di sala 2017’an li Efrîna ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin de, min nas kir. Lê wan deman zêde danûstandinên me bi hevre çênebûn. Piştî Efrîn hate dagirkirin, me li kampa koçberan a bi navê Serdem a li Şehbayê naskirina me zêde bû. Heval Egîd hovîtiya dagirkeriya Tirk ku li Efrînê diqewimîn yêk yêk teqez û belge kir. Di berxwedana bêhempa ya 58 rojan de weke ku kêlî bi kêlî ji raya giştî re ragihand. Dema ku nû tevlî Tevgera Azadiyê bû, tevî ku temenê wî ciwan jî bû lê bi paş de gav neavêt. Di temenê ciwan de jî, dagirkerî şopand û ji cîhanê re bi giştî re derewên dewleta Tirk a dagirker eşkere kir. Heval Egîd ne tenê rojnamevanek bû, di heman demê de dengê civakê bû û ji ber ku ji bajarê Efrînê jî bû êşa gelê herêmê baş nas û hîs dikir. Her tim hewl da ku bi dîmen be, bi nîvîs û gotinê be jî ev rastiya ku li Efrînê tê jiyîn bi hemû cîhanê bide temaşekirin. Rûken bû, di dema çeperan de di jiyanê de ev kenê wî hertim berdewam dikir. Heval Egîd astengî û zehmetî nas nedikirin, xwe di oxira şoreşê de feda kirbû."
Mirin li rûyê Egîd ê li ken nedihat
Lîlav Elî bibîrxist ku dewleta Tirk nikare bi êrîşan dengê rastiyê bidin sekinandin û wiha dewam kir: "Hevalekî xwe bi demên dirêj bi hevre kar kiriye me oxir kir, ji me re pir zehmet û bi êş bû. Mirin li rûyê Egîd ê li ken nedihat, ji ber ku xwe di oxira jiyanê de feda kiribû. Ruxmê ku li Bendava Tişrînê nûçegihanê hemû kanal û televizyona hebûn jî, heval Egîd ji bona her saziyên Ragihandina Azad kar dikir. Em ti caran nahêlin ku pênûs û kamereya hevalên me li erdê bîminin. Yek Egîd diçe, yek Cîhan diçe hezaran şîn dibin. Em jî wê sozê dubare dikin ku em rêhevalên rastiyan şopînerê Gurbetelî û Egîdan nahêlin ku dengê rastiyê qut bibe û em ê dengê rastiyê bilind bikin."
Bejna xwe li ber şehîda ditewînim
Lîlav Elî got ku bêdengî tê wateya hevkariyê û wiha axaftina xwe qedand: "Ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk a dagirker endamên ragihandin û çapemeniyê dike armanca êrîşên xwe. Demekê ku beriya hevalê me Egîd Roj şehîd bikeve, li heman cihê hevalên me yên rojnamevan Nazim û Cîhan hatin şehîdxistin û ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, li tevahî Kurdistanê dengê rastiyê dike armanca êrîşên xwe yên dagirkeriyê. Gulîstan Tara, Hero Bahadîn û mamosteyê hêja yek ji stûnên çapemeniya azad Ezîz Koyluoglu hatin armanckirin. Em dîsa weke hempîşe û rêhevaleke rojnamevan Egîd Roj bîbirtînim û di şexsê wî de bejna xwe li ber şehîdên ragihandina azad û yên dengê rastiyê ditewînim."
ANF/ARGEŞ VIYAN / QAMIŞLO