Desteya Destpakî ya Iraqê ragihand ku ji ber sûcdariya gendelî û nelirêtiyê, derbarê 40 wezîr û parlamenteran biryara kirina nezaretê hatiye dayîn.
Li gorî daxuyaniya Desteya Destpakî ya Iraqê, Desthilata Dadweriyê bi rêya ofîsa lêkolînê ya Bexda û parêzgehên din ên Iraqê, ji bo 40 parlamenter û wezîran biryara kirina nezaretê daye.
Fermana kirina nezaretê di dawiya meha Hezîranê de hatiye dayîn û tê diyarkirin derbarê 3 parlamenterên berê û niha de jî biryara kirina nezaretê hatiye dayîn. Di nav kesên wê bikevin nezaretê de wezîrên berê û niha yên hikûmetê jî hene.
BEXDA