Sîxuriya şirketa Îsraîlê li dijî Behrem Salih 

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 22 Tîrmeh 2021 - 05:20

  • Serokkomarê Iraqê yê Kurd, Berhem Salih dibe ku li ser lîsteya taqîbê ya bernameya sîxuriyê Pegasusê be.

Serokkomarê Iraqê yê Kurd, Berhem Salih dibe ku li ser lîsteya taqîbê ya bernameya sîxuriyê Pegasusê be. Li gorî  rojnameya Emerîkî Washington Postê, hejmara telefonê ya serokkomarê Iraqê Berhem Salih li ser 50 heyar hejmarên telefonan ên ji bo taqîba muhtemel ji bo bernameya sîxuriyê ya Pegasusê hatiye hilbijartin. 

Washington Postê got,  wê nekariye bi isehî bizane, ka gelo şirketa Îsraîlê NSO Groupê hewl daye telefona Berhem Salih bi vîrusa vê bernameyê xistiye yan na. Ew her wiha nizane, gelo wê hewl daye ku telefonê bi vîrusê bixe da ku bi bernameya Pegasus guh bide telefona wî. 

Di nava lîsteyê de ji bilî Berhem Salih 3 serokdewlet, 10 serokwezîr û melikek jî hebûn.

Ev encamên derketine holê yên lêpirsîneke navneteweyî ne ku Washington Post û 16 rêxistinên din ên medyayê jî dihewîne. Berdevkê NSO'yê li ser mijarê nexwest di cih de bersivê bide pirsên Washington Postê.

WASHINGTON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.