• Li Danimarkayê jineke Tirk a 47 salî ji ber sîxuriya ji dewleta Tirk re wê bê dadgehkirin. 

Li Danimarkayê jineke Tirk a 47 salî ji ber sîxuriya ji dewleta Tirk re wê bê dadgehkirin.

Rêxistina Îstîxbarata Danîmarkayê (PET) lêpirsînek dimeşand li dijî sîxurên ku giliyê muxalifên rejîmê û Kurdan li cem dewleta Tirk dikir. Ev sîxur hemû weke alîgirên AKP’ê hatin binavkirin. PET dixwaze ku ji van kesan jineke 47 salî ji ber sîxuriyê bê dadgehkirin.

Dewleta Tirk terora xwe û rejîma xwe ya zilmê bire ser erdên welatên Ewrûpayê. Li Awusturya, Elmanya, Fransayê jixwe berê jî eşkere bûbû ku MÎT’a Tirk bi hezaran sîxurî dide xebitandin û heta rêveberekî MÎT’ê yê teslîmî polêsê Awusturyayê bû, got, MÎT’ê ferman kuştina siyasetvanên Awusturayayî daye. Yek ji van endama parlamena eyaleta Viyanayê, Bêrîvan Aslan e ku hîna polês wê diparêze. Li Elmanyayê jî îmamên mizgeftên diyaneta Tirk jî tê de qederê 6 hezar sîxurên dewleta Tirk li gorî rayedarên Elman hebûne.

Ev sîxurî li gorî qanûnên DAnîmarkayê sûc e. Parlamenterê Danîmarkî, Lars Aslan Rasmussen sala 2017’an bi belgeyan îsbat kiribp ku alîgirên AKP’ê li Danîmarkayê li dijî muxalifên rejîmê û Kurdan sîxuriyê dikin.

Dixwaze wê dersînor jî bike

Li ser vê PET’ê lêpirsînek dabû destpêkirin. PET’ê niha xwest ku jineke Tirk a 47 salî bi tohmeta sîxuriyê bê dadgehkirin. Bi vî rengî jî doz li vê jinê hat vekirin. Dozgerî vê jinê sûcdar dike ji ber ku wê giliyê 12 muxalifên rejîma Tirk bi rêya e-mailê kiriye. Dozgera dewletê yê Kopenhagenê Lise-Lotte Nilas got, welatiyên li Danîmarka sîxuriyê ji rêxistineke biyanî ya îstîxbaratê bikin, ev sûcekî giran e. Dozgerî hem dixwaze cezayê hepsê - li gorî qanûnê heta bi 6 salan - li tohmetbarê bê birrîn û hem jî bê dersînorkirin.

Ev doz li dijî tenêî kesekê ye ji 12 bûyeran. Çar lêpirsînên 2019-2020’an dewam dikin û dibe ku li hin kesên din jî ji ber sîxuriyê doz bê vekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN