Şirketên Hewlêrê ji bo Bexdayê 

Çarşem 8 Hezîran 2022 - 02:17

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ew ê Kompanya KROC a taybet ji bo dîtin û derxistina neft û gazê û Kompanya KOMA a ji bo firotina nefta Herêma Kurdistanê ava bike. Hikûmetê eşkere kir ku dibe hemahengiya van herdu kompanyayan li gel Kompanya SOMO û Wezareta Nefta Iraqê re hebe.

Hikûmetê got, “Divê sererastkirina rêziknameya navxweyî ya Kompanya SOMO bi awayekî be ku wezîfeya cihgirê serokê kompanyayê para Herêma Kurdistanê be. Herêm beşdarê rasteqîn ê kompanyayê be. Du nûnerên herêmê di rêveberiya kompanyayê de hebin. Herêma Kurdistanê mafê redkirinê (veto) li ser vê mijarê hebe ku peywendî bi Herêma Kurdistanê re heye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser firoştina nefta Herêma Kurdistanê dewam bike, pêwîst e herêm hejmarek hîse li bankan û rêveberina dahata nefta hinardekirî de hebe.”

Di 12’ê Gulanê de Wezareta Nefta Iraqê têkildarî hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê, ragihand ku her herêmeke serbixwe peymana neftê li gel kompanyayên cîhanê çêke, hinardekirina neft û gazê berevajiya destûrê ye û wê dozê li wan kompanyayên neftê tomar bike.

Li gorî Navenda Oil Report, Wezareta Neftê ya Iraqê dijî kompanyayên neftê yên li Herêma Kurdistanê kar dikin, dest bi rê û rêbazên qanûnî kiriye. Bi vê yekê re, pêngava yekem ya ji bo bicihanîna biryara Dadgeha Federal ya Iraqê tê avêtin.

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.