Siltanê Ummanê xwe dike qasid

Nûçeyên Cîhan

Duşem 29 Gulan 2023 - 16:16

Siltanê Ummanê Heysem Bin Tariq di navbera welatên rojavayî û Îranê de navbeynkariyê dike. Di vê çarçoveyê de wî li Tehranê hevdîtinin kirin.

Siltanê Ummanê di navbera welatên rojavayî û Îranê de li ser dosyayên sereke bi taybetî jî di mijara nukleerê de navbeynkariyê dike. Ew roja yekşemê çû Tehranê. Hevdîtinên wî li Tehranê pêr û doh dewam kirin.

Li gorî daxuyaniya Serokkomariya Îranê, Heysem Bin Tariq li Tehranê bi Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re ji bo xurtkirina "pîşesazî-bazirganî", "kar û barên berevanî û ewlehiyê", "têkiliyên deryayî û aborî-diravî" û Têkiliyên dualî û mijarên din ên ji bo bipêşvebirinê, peyiviye.

Di heman daxuyaniyê de hat gotin: "Tehran û Maskat di mijara hevkariya herêmî, xurtkirin û aramiya ewlekarî, aştî û xweşiya neteweyên herêmê de xwedî nihêrînên hevpar in."

Ajansa fermî ya nûçeyan a Ummanê ONA´yê jî ragihand ku her du rêveberan ji bo teşwîqkirina veberhênanan peyman û protokol îmze kirine.
Du reqîbên sereke yên herêmî, Erebistana Siûdî û Îran, di Adarê de biryar dabûn ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk ji nû ve deynin.

Umman berovajî pirraniya welatên cîran, demeke dirêj bi Îranê re xwedî têkiliyên baş bû û bi rêk û pêk di navbera Tehran û welatên Rojhilata Navîn û rojavayî de rola navbeynkariyê dike.

Heysem bin Tariq beriya Îranê, çûbû serdana Misrê û bi Serokwezîr Ebdul Fetah El Sîsî re hevdîtin kiribû. Tehran jî dixwaze bi Qahîreyê re têkiliyên xwe ji nû ve saz bike.

TEHRAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.