• Erdal Kaya: Rojeva me exlebe bandora vê nexweşiyê li ser Bakurê Kurdîstanê bû. Çimkî em hemû ekîb li bakûr dimînin. Lê di sezona nû de em dixwazin li ser rojeva Kurdistanê hemûyî bernameya Şildim Bildimê çêkin.

DÎLAN KARACADAG


Erdal Kaya rûyê bernameya Şildim Bildimê ye di Hestû TV'yê de. Ew mamosteyê wêjeyê ye û şanoger e. Bi ekîba xwe ya ji 7 kesan di dema koronayê de 12 beşên Şildim Bildimê çêkirin û weşandin. Bername wê 3ʼyê Cotmehê ji nû ve dest pê bike. Em bi yekî ji damezrênerên Yenîsahneya li Batmanê re Erdal Kaya re li ser Şildim Bildimê peyivîn. Ew dibêje, ew guhê xwe didin rexneyên temaşekerên xwe, hewl didin li gorî wê bernameyê baştir bikin. Ew wekî din dibêje, bi dilê wan e ku di ekîbê de jin jî cihê xwe bigirin û ji bo sezona nû bang li şanogerên jin dike ku tevlî ekîba Şildim Bildimê bibin.

Duwanzdeh beşên bernameya Şildim Bildimê ya di Hestû TV ya li ser platformên dîjîtal de hatin weşandin. Temaşekeran gelo eciband?

Fikra Şildim Bildimê piştî pandemiya Covid-19ʼê derkete holê. Dema ku pandemiyê dest pê kir û şano hatin girtin, me jî li Batmanê şanoya xwe ya bi navê Yenîsahne girt. Em çend heval, li ser vê bernameyê fikirîn û me dest bi bernameyê kir. Bi rastî dema me dest bi bernamê kir, me texmîn nedikir ku em evqas beşan çêkin. Lê temaşekeran eciband û eleqaya wan gelekî xweş bû. Li ser medyaya civakî gelek peyam û şirove ji me re tên.

We çima navber da çêkirina bernameyan? Gelo hûnê dewam bikin?

Ya rastî, bername ji ber şewba vîrûsa koronayê dest pê kir. Ji ber ku devê deriyê şanoyan girtî bû û em betal nemînin, me rêyeke wiha da ber xwe. Piştî 12 beşan, em piçekî westiyan û ji bo çend karên din me navberek da çêkirina bernameyê, lê 3ʼyê Cotmehê bi beşa 13ʼan di youtubeyê de li ser kanala Hestû TV, em dîsa dest bi Şildim Bildimê dikin.

Mijara her beşî, ji rojeva Tirkiyê û Bakur Kurdistanê ye. Armanca we çi ye? 

Dema bernameyê dest pê kir, ji ber ku ev nexweşî ya korona hebû, rojeva me exlebe bandora vê nexweşiyê li ser Bakurê Kurdîstanê bû. Çimkî em hemû ekîb li Bakur dimînin. Lê di sezona nû de em dixwazin li ser rojeva Kurdistanê hemûyî bernameya Şildim Bildimê çêkin.

Hûn guhê xwe didin rexneyên temaşekeran? We tiştek bi xêra rexneyan sererast kir?

Em timî peyam û şiroveyan dixwînin. Rexneyên derheqê koronayê de hatin û temaşekeran ji me re got: “divê hûn behsa mijarên din jî bikin”, me jî ev zehf rast dît. Wekî din ji bo tiştên teknîki û deng jî rexne li me kirin. Me ew jî heta ji deste me bê, sererast kirin.

Çend kes di ekîba Şildim Bildimê de hene û karê wan çi ye?

Aniha di ekîba me de 7 kes hene. Ez di bernameya Şildim Bildimê de pêşkêşvan im. Şanoger im û mamostetiyê dikim. Gökhan Özdemir, derhênerê me ye û sînemavan e. Edîtor û Nivîskarên me, Ronî Battê karîkatursaz e, Ronî Bulut deqnivîs e. Kenan Demir, Wergêrê me ye û Şanogeriyê dike. Yakup Selimoğlu, Derhênerê hunerî ye. Şanogertiyê dike û mamoste ye. Onur Aydın, muzîka jenerîkê çekir û muzîkjen e.

Di ekîba we de çima jin nînin?

Di ekîbê de jin tinin, lê ji bo sezona 2´yê, em dixwazin di ekibê de jin hebin. Yên ku dixwazin, dikarin bi me re têkiliyê deynin. Em ê pir kêfxweş bibin. Lê ez dixwazim vê jî bibêjim, ev ne tiştek e ku bi taybetî me tercîh kiriye, piçekî ji ber koronayê ev bername bi vî rengî bi pêş ket. Li alîyê din, di ekiba me ya Hestû TV de hevalên m eyî jin hene. Mînak vê hefteyê bernameya Dîlan Yeşilyaprak di youtube de li ser kanala Hestû TV dest pê dike.