
Li Elmanyayê her diçe şideta li dijê jinan zêde dibe. Li gora daneyên statîstîkî yên fermî, di sala 2022’yan de asta şideta nava malê ji sedî 9,4 zêde bûye. Li gora daneyan par 157 hezar û 550 buyerên şidetê hatine tesbîtkirin. Saziya Polêsê Sûc ê Federal (BKA) ev dane eşkere kirine. Ji sedî 80’yê mexdûran jî jin bûne. Ev bîlanço ya par e. Li gora daneyan, ji sedî 78’ê kiryaran mêr bûne. Li gora daneyan, rojane 432 bûyer rû didin.
Bi van daneyan hate eşkerekirin ku par buyerên şideta nava malê ji sedî 9,4 zêdetir bûne. Di sala 2021’ê de hejmara bûyerên şideta di nav malê de 144 hezar û 44 bû.
Li ser daneyên dawî ku hatine parvekirin, Wezîra Karên Hundir a Elmanyayê Nancy Faeser jî xwest tedbîrên tund bên girtin.
BERLÎN















