Şêwr jinan çalak dike 

Nûçeyên Jin

Çarşem 8 Îlon 2021 - 02:19

Encamnameya Şêwira Jinên Kurd li Ewrûpayê ya li dijî dagirkeriya li Kurdistanê hat eşkerekirin. Şêwr 5'ê Îlonê li Holandayê hatibû lidarxistin.
Encamnameya şêwrê wiha ye, "

"Ji ber rewşa Kurdistanê ya wek mêtingeh, bi qasî 2 mîlyon Kurd li Ewrûpayê ne. Bi pirranî jî, wek penaber li wan deran di nava zor û zehmetiyan de dijîn. Jinên Kurd ên ji 4 parçeyên Kurdistanê roja 5'ê Îlone li Holanda şêwra xwe, bi beşdariya jinên ji beşên cuda yên siyasî û civakî pek anîn. 
Di şêwirê de jinan destnîşakirin ku Kurdistan îro hem navenda şerê Rojhilata Navîn e hem jî di asta global de bûyê navenda krizê. Şewrê bang kir da ku Jinên Kurd ên derveyê welat bi çalakiyên civakî û karên dîplomatîk pêşiya alîkariya dewletên rojavayî ji bo dewleta Tirk bigirin û daxwaza pêkanîna hiqûqa navneteweyî bikin. Pêşengiya mêtingerî û dagirkeriyê jî niha dewleta Tirk dike. Dewleta Tirk li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê, bi awayekî sîstematîk siyaseta dagirkeriyê pêk tîne û bûyê dijminê neteweya Kurd. Rejîma Tirk bi rêvebiriya Erdogan, her wiha dijminê jinan e."

PDK êrişan rawestîne

Di encamnameyê de li ser Başûrê Kurdistanê hat gotin, "Li Başûrê Kurdistanê, dagirkeriya dewleta Tirk ne tênê bi avakirina 70 baregehên leşkerî yan jî şerê çekdarî pek tê. Her wiha bi rêya film, mizgeftan û bazirganiyê jî nirxên neteweyî yên jinan têk dibe. Bipêşxistina sîxûrî, exlaqê civakî pûç dike. 

Îdeolojiya nûjên ya bi pêşengiya Reberê KCKê Birêz Abdullah Ocalan, jin wek kilît û hêza diyarker a paşeroja Kurdistanê diyar kirin. Jinan banga azadiya Reberê KCK'ê Birêz Abdullah Ocalan kir."

Şêwr serketî bû

Di daxuyaniyê de hat gotin, şêwra jinan serketî bû û biryarên şêwrê jî wiha hatin eşkerekirin:

- Avakirina Însiyatîfa Jinên Kurd ji bo destwerdana lezgîn li dijî dagirkeriyê
- Şêwrê bang li PDK'ê kir da ku dawî li qetilkirina gerîlayên azadiyê bîne û aqûbeta gerîlayên winda, eşkere bike. Şêwrê bang li PDK´ê kir da ku rêya dagirkeriya dewleta Tirk veneke û di xeta berjewendiyên neteweyî de tevbigere
- Bi lezgînî şandina şandeyekê li dijî dagirkeriyê ji bo Başûrê Kurdistanê
- Avakirina heyetên jinan a ji bo hevdîtînên neteweyî ya ji karên dîplomatîk, dijî dagirkeriyê
- Şandina nameyan
- Şêwrê bang li komîteya amadekar a konferansa 3. ya yekîtiya neteweyî ya jinan kir da ku bi lez û bez bicive.
- Endamên şewirê bang li hemû partî û rexistinên siyasî yên Kurd dike, jinan wek îradeyên xweser binasin.
- Şêwr bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê dike bi lez rojnamevan û çalakvanên girtî yên Behdînanê serbest bike. 
- Şêwr bang li herêma Kurdistanê dike pêşiyê bigire li qetilkirina siyasetvanên Rojhilatê Kurdistan ji aliyê rejîma Îranê li ser axa Kurdistan.
- Şêwr bang li Kurd û Kurdistaniyan dike ku ew wek erkeke neteweyî hewl bidin ji bo jinên Ezîdî yên ku he jî winda ne, bên azadkirin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.