Şêwekariya Efro-Emerîko-Japonî

Nûçeyên Cîhan

Duşem 1 Mijdar 2021 - 23:40

  • Hunermenda Efro-Emerîkî Iona Rozeal Brown îlhama ku ji çanda çapê ya Japonî ukiyo-e digire, tevlî nav çanda hip-hopê ya roja me ya îro dike û berheman diafirîne.

Hunermenda Efro-Emerîkî Iona Rozeal Brown îlhama ku ji çanda çapê ya Japonî ukiyo-e digire, tevlî nav çanda hip-hopê ya roja me ya îro dike û berheman diafirîne. Hunermenda sala 1966´an li Washingtonê ji dayik bûyî, herî zêde bi berhemên xwe yên li ser nasnameya çandî navdar e. Ew bi berhemên xwe herî zêde berê xwe dide çanda Efro-Emerîkî û her wiha çanda ganguro ya Japonî. Ev çanda Japonî jî esas çanda reşikan li xwe tîne.

Wê li Înstîtuya Huner a San Francisco, Dibistana Şêwekariyê ya Skowhegan, û Zanîngeha Yale beşa Dibistana Huner xwendiye.

Çanda ganguro esas tevgereke ku salên 1990´î de li Japnyayê belav bû. Jinên ciwan, laşê xwe tarî dikirin û weke hunermendê xwe yê hezkirî yê hip-hopê cil û berg li xwe dikirin. Berhemên Iona Rozeal Brown ên li ser mijarê bi sernavê "The Blackface Paintings" navdar in.

NEW YORK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.