Di pêşangeheke wêneyan a li Silêmaniyê de zêdetirî 60 tabloyên şêwekarên Iraq, Suriye û Lubnanê hatin nîşandan. Hate gotin, armanca sereke ya pêşangehê, nêzîhevkirina şêwekarên Kurd û Ereb e.
Li Geleriya Dilxwaz a bajarê Silêmaniyê, bi vê pêşangeha şêwekariyê, 55 şêwekarên Kurd û Ereb anîne cem hev û tabloyên wan nîşan dide.
Koma Rîşe û Lun pêşangehê organîze dike. Yek ji endamê komîteya amadekar ya pêşangehê Kameran Qeredaxî dibêje, “Vekirina vê pêşangehê li bajarê Silêmaniyê, ji bo çêkirina pireke pewendiyan di navbera şêwekarên Ereb û Kurd de gelek girîng e.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ