Şêwekarên jin bîrê bi ruh û can dikin

Çarşem 25 Tebax 2021 - 05:37

Neşe Toprak û Senan Dogan Dagdevîren di Mihrîcana Jin, Xweza, Çand û Huner a bi destê Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Wanê, pêşangeh vekirin û wêneyên wan gelekî bal kişandin ser xwe. Wênesazên jin di wêneyên xwe de bal birin ser çalakiyên greva birçîbûnê, pêkanînên di dema êrişên li dijî Berxwedana Xwerêveberiyê de û gelek mijarên din. Wênesazan anî ziman ku wan hewl daye pêkanînên li Kurdistanê bi zimanê hunerî vebêjin. 

Diyarî jinên girtî kir

Wênesaz Neşe Toprak got, "Em kêfxweş in ku em hunermendên jin tevli vê mîhrîcanê bûn. Pênc hunermendên jin li vir xwe anîn zimên û xebatên xwe nîşan dan. Elaqeya mirovan pirr baş bû ji bo xebatên me. Meraq kirin, xwestin em behsa xebatên xwe bikin. Me jî vegot û ev li xweşiya me çû." 

Toprak ku çar berhemên wê di pêşangahê de hatin nîşandan, diyar kir ku wê ev xebatên xwe li ser kaxezên rojnameyan çêkirine, û ew van diyarî jinên girtî yên di greva birçîbûnê de dike. Toprak, diyar kir ku dixwaze xebatên xwe li her çar perçeyên Kurdistanê bigerîne û nîşanî gel bide. 

Hêrsa xwe xêz kir

Wênesaz Senan Dogan Dagdevîren jî li ser hunerê têgînî hûr dibe. Wê di berhemên xwe de nûçeyên rojnameyan ên li ser êrişên li dijî berxwedana xwerêveberiyê, li ser kevalê bar kiriye. Dagdevîren da zanîn ku berê xebatên xwe bi navê "Rojev Bîr" li Pale Art Hausê nîşan dane: "Gava min xebatên xwe xêz kirin, a rast min hêrsa xwe ya li hemberî bûyeran xêz kir." 

MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.