Şevbihêrka çand û folklora Efrînê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 27 Gulan 2024 - 00:57

Kombenda Efrîn a Civakî şevbihêrkeke li ser çand û folklora Efrînê li dar xist. Şevbihêrk bi beşdariya bi dehan koçberên Efrînê li Navnda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.

Destpêka şevbuhêrkê hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso û nivîskar û dîroknasê Kurd Ebdullah Şikakî ji ber keda wan a di xizmeta doza Efrînê de, ji aliyê Kombenda Efrîn a Civakî ve hatin xelatkirin.

Piştre Koma Hurî ya Stranan a girêdayê Kombenda Efrîn a Civakî stranên gelêrî yên Efrînê û stranên hunermendên navdar ên Efrînê Cemîl Horo û Bavê Selah stran gotin. Mûzikjen Îsamîl Şenikî li zirinê da û dayikan jî xwarinên gelêrî yên Efrînê çêkirin.

Şevbihrêk bi nîşandanên awazên Efrînî bi dawî bû.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.