Kovara Destar, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî - Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belekê, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Navenda Çandê ya Biharê, Enstîtuya Kurdî ya li Stockholmê, Enstîtuya Kurdî ya li Elmanyayê, Enstîtuya Kurdî ya Brukselê, Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê tekildarî Cejna Şeva Yeldayê daxuyaniyek nivîskî dan û gotin, ew ê di 21’ê Kanûnê de li gelek deveran bi bernameyên cuda pîrozbahiyan li dar bixin.
Di daxuyanî ye de hat diyarkirin ku Cejna Şeva Yeldayê yek jî 3 cejnên Kurdan ên sereke weke Cejna Çarşema Sor (cejna gerdûnê), Cejna Newrozê (cejna dinyayê) ye û ew cejn bi hezaran sal in tên pîrozkirin.
Cejna Şeva Yeldayê her wiha weke Şevçile, Şeva Mêhr an jî Mêhra, Şevçere, Şevçile, Çilekilû, Şeva Rojvegerê, Şeva Ronahiyê, Şeva Zayîna Tav û Ronahiyê, Şeva Mîtrayê jî tê binavkirin û şeva herî dirêj e û li gel vê şevê salek bi dawî dibe û saleke nû dest pê dike.
Şeva Yelda vedije
Di daxuyaniyê de banga beşdarbûna pîrozbahiyan hate kirin û hat gotin; ‘Yelda xwedî fikr, raman, felsefe, bawerî û bûyereke mezin a dîrokî ye. Yek ji pîroziyeke felsefe, bîr û baweriya mîtrayî ye, ku ev felsefe, bîr û baweriya kurdan a herî qedîm a xwezayî, xwebûnî û gerdûnî ye. Li gorî daneyên lêkolînên dîrokî û zanistî ‘Noel’ ango sersala mîladî ku îro li her aliyê cîhanê tê pîrozkirin jî bingeh û çavkaniya xwe ji Şeva Yeldayê digire. Cejna Yeldayê bi hezaran sal e, li her çar milên Kurdistanê weke cejneke neteweyî, tê pîrozkirin. Lê sed mixabin ji ber dagirkirina Kurdistanê ya bi sedan sal e wek gelek nirxên din, ev nirxê Kurdan ê neteweyî jî hatibû asta jiholêrakirinê. Îro di encama têkoşîna neteweya kurd a bêhempa de, weke gelek nirxên din ên kurdewar ev çand, bawerî û felsefeya pîroz a Şeva Yeldayê jî careke din zindî dibe û li her çar milên Kurdistan û li her derên cîhanê yên ku Kurd lê, belav dibe.
NAVENDA NÛÇEYAN