Serxwebûnê 500 hejmar derxistin
În 1 Îlon 2023 - 10:31
Hejmara 500'î ya rojnameya Serxwebûnê, bi manşeta 'Li ser xeta Apoyî hejmara 500'î, dengê îrade û baweriyê' hate weşandin.
Rojnameya Serxwebûnê û organa weşanê ya îdeolojîk a Tevgera Azadiyê ya Kurd e û şiyara wê jî “Ji serxwebûn û azadiyê bi rûmettir tiştek nîne” ye. Di hejmara 500'î de li gel nivîsa Rêber Abdullah Ocalan a bi sernavê 'Serxwebûn rola xwe hîn jî dilîze', her wiha nirxandin û analîzên li ser salvegera 39'an a Pêngava 15'ê Tebaxê bi berfirehî hatin weşandin.
Rojnameya Serxwebûnê ragihand, rojnameya Serxwebûnê yanî organa weşana îdeolojîk a Tevgera Azadiyê ya Kurd, bênavber 500 hejmar weşandine û ev yek li cîhanê tiştekî nû ye.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sala 1997'an li ser rojnameya Serxwebûnê wiha nivîsîbû: "Di vê demê de ku faşîzma 12'ê Îlonê bandora xwe bi her awayî ferz dike û her der di nava tarîtiyê de ye, we bi derfetên kêm dest bi weşandina rojnameya Serxwebûnê kir, ku ev yek bi tena serê xwe gaveke girîng e. Beriya niha di sala 1978'an de me hewl da ku Serxwebûnê bi rengê mehane biweşînin, ev hewldan jî gelekî girîng e. Lewma mirov dikare bibêje ku temenê rastî yê Serxwebûnê sala 1978'an destpê kiriye. Kevneşopiya Serxwebûnê di dîroka me ya rewşenbîrî û fikrê serbixwe de xwe dispêre dengê herî xurt."
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk jî bi sernavê 'Serxwebûn Hişê Şoreşa Kurdistanê ye' gotarek nivîsî.
Endamê Komîteya Zindanan a PKK'ê Pîro Dersim jî bi sernavê "Serxwebûnê di navbera zindanan û Rêbertî û partiyê de bi rola pirê rabû” gotarek nivîsî.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan jî Pêngava 15'ê Tebaxê nirxand û got, "Di her kêliya 39 salan de şopa vê pêngavê heye."
Serhat Masîs jî li ser şehîdên mezin ên Pêngava 15'ê Tebaxê nivîsî.
Raûf Karakoçan jî di nivîsa xwe ya bi sernavê 'Şengal û Rastiya Fermana 74'an' got, li Şengalê tişta herî nebaş a bi serê gelekî de bê, qewimî.
Nivîsên din ên di hejmara 500´î de
Di hejmara 500'î ya rojnameya Serxwebûnê de ev nivîsên li jêr jî hatin weşandin:
Aliyên Neteweya Demokratîk, Beşa 4'emîn. - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Rêwîtiya Asêbûyî ya Dewleta Tirk - Huseyîn Dîcle
Li ser bingeha ronesansa jinê ber bi şoreşa jinê ve - Besê Erzîncan
Modernîteya Demokratîk û Sosyalîzm - Dûran Kalkan
Faşîzma AKP-MHP'ê pêwîstiya xwe bi razemeniya welatên rojava û kendavê heye - Nedîm Seven
Li ser navnîşana serxwebun.org ev hejmar û hejmarên din ên rojnameya Serxwebûnê dikarin bên peydakirin.
NAVENDA NÛÇEYAN