FIRAZ BARAN
Serxwebûn, rojnameya îdeolojîk a PKKê ye. Mehê carekê derdikeve. Rojname ji Çileya 1982’an û vir ve bi rêkûpêk tê çap kirin.
Em dikarin bibêjin ku Serxwebûn arşîva herî girîng a dîroka Kurdistanê ya hemdem çêkiriye. Ji ber ku rojnameyê bi navê Srexwebûnê weşanxaneyek jî ava kiribû.
Weşanxaneya Serxwebûnê bi qasî 200 pirtûk, 16 albûmên şehîdan, gelek hejmarên taybet û broşur çap kirine. Di albûmên şehîdan de danasîna zêdeyî deh hezar şehîdên Kurdistanê amade kiriye.
Serxwebûnê ev demeke dirêje weşanên xwe li ser înternetê jî parve dike. Pirtûk û rojnameyên ku Serxwebûnê çap kiriye ji 1ê Çileya 2012an vir ve wek PDF di malperê de têne xwendin. Di malpera Serxwebûnê de bi hezaran wêneyên şoreşê hene. Wêne pêvajoyên têkoşîna azadiya Kurdistanê belge dike.
Berpirsiyarê Serxwebûnê yê yekem Mazlum Dogan e. Serxwebûn di sala 1978’an de dest bi xebatên xwe kiriye. Pêşî, Rêya Şoreşa Kurdistanê (Manîfesto) çapkiriye. Di Çile 1982 de, bi formata rojnameya mehane li Almanyayê berdewam kiriye.
Dirûşma rojnameya Serxwebûnê jî wiha ye: “Ji Serxwebûn û Azadiyê Bi Rûmettir Tiştek Nîne.”
Serokê PKKê Abdullah Ocalan Serxwebûnê wiha pênase dike: “Rastiya PKKê di Serxwebûnê de hatiye nivîsandin.”
12 şoreşgerên ku beşdarî xebatên Serxwebûnê bûne şehîd ketine. Şehîdên Serxwebûn ev in:
Mazlum Doğan, Şexo Dîrlîk, Mazlum (Hasan Kızıler), Ronahî (Bedrîye Taş), Proleter Celal (Hasan Ağdaş), Ciwan (Levent Çelîk), Sînan (Sînan Cemgîl Kahraman), Selçuk (Enver Polat), Mîne (Emel Çelebî), Sedat (Zekeriya Yuce), Jiyan (Zeynep Erdem) û Zafer (Halîl Gunder).