Şervanek şehîd bû
Sêşem 8 Mijdar 2022 - 01:37
QSDʹê ragihand ku di êrişa hewayî ya pêr êvarî ya dewleta Tirk a dagirker a li Qamişloyê de şervanê wan Mîtan Şoreş şehîd bûye û 2 sivîl jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandinê ya QSDʹê têkildarî êrişa pêr êvarê ya li ser rêya Hîzam a bajarê Qamişloyê daxuyaniyek da û got, di êrişê de şervanê wan Mîtan Şoreş şehîd bûye û du hevalên wî yên sivîl birîndar bûne.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
ʹʹÊrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî cihên sivîlan û milkên wan berdewam dikin. Roja Yekşemê 6ʹê Mijdarê, êvarê dema ku hevalekî me destûra bêhnvedana xwe li mala xwe dibihurand û bi du hevalên xwe yên sivîl re digeriya, bû hedefa êrişa artêşa Tirk a dagirker.
Erebeya ku şervanê me Mîtan Şoreş û du hevalên wî tê de bûn, bû hedefa droneya artêşa Tirk a dagirker. Di encamê de hevreyê me Mîtan şehîd bû û du welatiyên sivîl birîndar bûn."
NAVENDA NÛÇEYAN