Dewleta tirk 77 kes bi SÎHA’yan qetil kir

Pêncşem 12 Kanûn 2024 - 02:30

Di nava 6 mehan de dewleta tirk bi êrişên xwe yên bi SÎHA’yan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê zarok jî di nav de herî kêm 77 kes qetil kir. 

Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam in. Dewleta tirk êrişên xwe yên bi SÎHA’yan didomîne. Di encama êrişên dewleta tirk ên bi SÎHA’yan ên di navbera 2-9’ê Kanûnê de li bajarên cuda yên Rêveberiya Xweser jin û zarok jî di nav de 41 kes hatin qetilkirin. 

Di nava 6 mehan de jî di êrişên xwe yên SÎHA’yan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê de herî kêm 77 kes qetil kir. 

Kesên di navbera 18’ê Tîrmehê û 10’ê Kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê bi SÎHA’yan qetil kirî ev in: 

“* Di encama êrişa 18’ê Tîrmehê ya li dijî bajarokê Şêladizê ya navçeya Amediyê ya Dihokê de welatiyê bi navê Mîrweysiye hat qetilkirin. 

* Di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê de êrişî wesayîta rojnamegerên kurd kir û rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn qetil kir. 

* Di 28’ê Tebaxê de li Taxa Enteriye ya Qamişloyê êriş pêk anî û welatiyên bi navên Xalide Mihemed Şerîf (40) û kurê wê Ednan Silêman (24) qetil kir.

* Di 4’ê Îlonê de li navçeya Dukan a Silêmaniyeyê wesayîtek hedef girt û bavek û 2 kurên wî qetil kir. Di heman rojê de êrişî Qamişloyê kir û di êrişê de Dijwar Qamişlo (Metîn Dînç) ê HSD’î qetil kir. 

* Di 5’ê Îlonê de li navçeya Şarbajêr a Silêmaniyeyê êriş kir û ji heman malbatê yek jê zarok 3 kes qetil kir. 

* Şervana YPJ’ê Jînda Cûdî di 5’ê Cotmehê de bi êrişa SÎHA’yan hat qetilkirin. 

* Di 24’ê Cotmehê de êrişî Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê, Dêrik, Rimêlan, Til Temir, Kobanê, Eyn Îsa û Kantona Efrîn-Şehbayê kir û di êrişan de 2 jê zarok bi giştî 12 sivîl qetil kir û 27 sivîl jî birîndar kir. 

* Di 10’ê Mijdarê de êrişî wesayîteke li Şengalê kir û kesek hat qetilkirin. 

* Di 22-25’ê Mijdarê de êrişî Şengalê kir û 6 YBŞ’î hatin qetilkirin. 

* Di 2’yê Kanûnê de êrişî wesayîteke li ser rêya Qamişlo-Hesekê kir û Ezîz Selahedîn Şêxo qetil kir. 

* Di 4’ê Kanûnê de êrişî bajarê Dêrikê kir û 2 kes qetil kir, 2 kes birîndar kir. 

* Di 8’ê Kanûnê de êrişî gundê El Mustareha yê Eyn Îsayê kir û zarok û jin jî di nav de 12 sivîl qetil kir. 

* Di êrişa 9’ê Kanûnê ya li dijî gundê Kuneftar ê Kobanê de 2 zarok hatin qetilkirin. Di heman rojê de li rojavayê Eyn Îsayê 15 leşkerên rejîmê di êrişa SÎHA’yan de hatin kuştin. Di êrişa li dijî Zirganê de jî sivîlek hate qetilkirin û 2 jî birîndar bûn. 

*Di Êrişa 10’ê Kanûna ya li dijî Eyn Îsayê de ji heman malbatê 8 kes hatin qetilkirin. 

Daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê 

Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî bi boneya Hefteya Mafên Mirovan de duh daxuyanî da û got ku di encama êrişên sala 2024’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 162 kes hatine qetilkirin û 194 kes jî birîndar bûne. Têkildarî daneyan ev agahî hatin parvekirin: 

“Di êrişên SÎHA’yan de 43 kes hatin qetilkirin û 69 kes jî birîndar bûn. 

* Di êrişên obusan de 38 kes hatin qetilkirin û 87 kes jî birîndar bûn. 

* Di pevçûnan de 28 kes hatin qetilkirin û 18 kes jî birîndar bûn. 

* Di teqînan de 53 kes hatin qetilkirin û 20 kes jî birîndar bûn.” 

MA/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.