Serpêhatiya strana Rêya Kobanê 

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 22 Kanûn 2022 - 16:45

  • Aram Tîgran wextekî tê Elmanyayê û rojek ji rojan li Kolnê dibe mêvanê Feqîr Ehmed. Feqîr Ehmed ku hê kitêba wî ya helbestan çap nebûye, deftera xwe ku helbestên wî tê de ne, nîşanî wî dide. Aram Tîgran ji wan Çûm Siya Darê, Rêya Kobaniyê, Ey Welato dineqîne û ji wan re meqamek lê dike. 

ÎBRAHÎM BULAK

 

Strana Rêya Kobanê ku helbesta wê ya Feqîr Ehmed û meqama wê ya Aram Tîgran e,  li her derê Kurdistanê belav bû. Ew strana ku milyonan lê guhdarî kir di demek wiha de bi dengê Mehmet Atli ji nû ve derketibû meydanê ku hingî Kobanê bi qehremaniya xwe bûbû nîşaneke serfiraziyê ji bo Kurdan û pê re jî navê vê êdî li dinyayê hatibû nasîn. Yanî mirov dikare bêje, jê re li hev hat û stran xwe gihand milyonan. Heta li gelek cihan ji ber nezanî an sedemên dîtir ev stran 'anonîm’ dihat hesibandin. Rojekê min ji Feqîr Ehmed çîroka helbestê pirsî wî jî bi kurtî wiha li min vegerand: ''Di helbesta min de Kobanê Kurdistan e, keçik şoreşger e yanî Şîrîn. Bavê Şîrinê serokê Doktor Şivanciyan bû. Universite xelas kiribû hatibû vê derê [Elmanyayê]. Şîrin hîn nû çêbûbû, vî çaxî jî Xidir li Heidelbergê unîversiteyê dixwend. Ew Şîrin wexta çêbû min navê wê lê kir. Min bi henekî xwişka Ulkiya [Diya Şîrinê] diqeherand min digot keça min ji a te şîrintir e. Di helbesta min de Kobanê xeyala Kurdistanê ye, Kurdistan bi xwe ye.''

Herçî qenc guhê xwe dabe gotinên vê stranê navê Xidir jî tê de derbas dibe. Rojek min Xidir an bi navê xwe esas Hidir Kurun jî dît. Min ji vî jî pirsa çîroka vê helbestê kir: ‘’Ez li Heidelbergê li xaniyên xwendekaran dimam, hê teze keça min çêbûbû. Min ji Feqîr re digot, ‘Kek keça min zef rindik e, were bibîne’  Vî çaxî du sê salî bû keça min. Rojekê kurikekî Elman derî kuta hat, got zilamekî girs li te digere. Paşê Feqîr ket hûndir got : ‘Weyy keça te wa ye’, pîreka min got  ‘Çi ye Feqîr, tu bi keça min qayîl nebû’, got, ‘Yaw Xidir dibêje, qîza min rindik e, wa keçika reşik rindik e’. Em keniyan. Paşê Feqîr çûye helbestek nivîsiye.’’ 

 

Bi dil û can xebata Kurdewarî

Feqîr Ehmed berî were Elmanyayê doza Kurdî kêm be jî nas dikir. Ew dibêje: “Kurdîtî li hêla Sûrî xurt bû, xalê min ji me re behs dikir. Piçekî dîrokê dizanîbû. Çîrokvanekî mezin bû. Em li ber destê wî hînî doza Kurdî bûn. Li cem me baran nedibarî, xela çêbû. Em mecbûr bûn, dê û bavê xwe xwedî bikin.'' Axir Feqîr Ehmed sala 1972’an ji bo bixebite tê Elmanyayê yanî yek ji karkerên mêvan e ku vî çaxî bi Elmanî jê re digotin Gastarbeiter. Piştî tê Elmanyayê hevalên Doktor Şivan (Sait Kirmizitoprak) nas dike: ''Em Şivancî bûn, me bi serê xwe hereket ava kir. Navê koma me Brûsk bû. Me dixweste xebateke kurdewarî bikira. Me bi dil û can dikir.'' 

 

Suruc bi saya Ocalan rabû

Li Elmanyayê hin karker, xwendekar û akademisyenên ji Tirkiyeyê komaleyeke bi navê Turkiye Gençllik Kulubu ava dikin. Feqîr Ehmed jî di nav komelê de cih digire. Hingî hinek akademîsyênên Tirk jî nas dike: ''Ên ku fakulteya siyasal bilgiler [zanistên siyasî] xelas kiribûn, hatibûn vir. Rojekê Fazil Sağlam, Temel Müftüoğlu gotin em li haymê ne [qesta wî xaniyên ji bo xwendekaran e], mala te heye hevalekî me dikare li cem te bimîne. Hate cem min, qasê sê hefte li cem min ma, navê wî Prof. Dr. İbrahim Yasa bû. Ji Emerîka hatibû wê dîsa biçûya Tirkiyê. Wexta çû min hin helbestên xwe jî dabûn. Sala din ez jî çûm [1975 an 1976, min tam ji hev dernexist]. Vî çaxî 27 salî bûm. Wexta vegeriya Tirkiye go gava tu hatî Enqere gere tu bibî mêvanê min. Adrêsa xwe da min û çû welêt. Ez çûm Enqerê cem wî. Ji min re got, hevalên te jî hene doza Kurdî dikin, ez ê te bi wan bidim naskirin. Wî nav negotin ji min re. Em çûn Enqerê Fakulteya Siyasal Bilgiler. Ez çûm oda wî. Vê şevê ez li cem wî mam. Roja din bang hinek xwendevanan dike, yek ji wan jî Abdullah Ocalan bû. Mamosteyê Ocalan bû. Tu nabê berî vê çend helbestên min birine dane Abdullah Ocalan. Abdullah Ocalan û çend hevalên xwe hatin, Hasan Başak hebû, Cemil Bayik hebû û doktor Abdurrahman Aydin hebû ji Agirî. Heftekî ez li cem wan mam, di haymê de. Abdullah Ocalan pir xweş şorê dikir. Min jî siyaseta wî qebûl kir. Paşê ez çûm Surucê. Gotinên wî kete dilê min. Paşê ew hat Surucê. Mehkî li wan deran ma. Suruc bi saya Abdullah Ocalan rabû.'' Feqîr Ehmed ê ku heta 1976 Şivancî bû piştî vegera xwe ya welêt êdî dibe Apocî û ji bo wan dixebite. 

 

Rasthatina Feqîr Ehmed û Aram Tîgran

Em dîsa vegerin ser meseleya Rêya Kobanê. Aram Tîgran wextekî tê Elmanyayê û rojek ji rojan li Kolnê dibe mêvanê Feqîr Ehmed. Feqîr Ehmed ku hê kitêba wî ya helbestan çap nebûye, deftera xwe ya helbestên wî tê de ne, nîşanî wî dide. Aram Tîgran ji wan Çûm Siya Darê, Rêya Kobaniyê, Ey Welato dineqîne û ji wan re meqamek lê dike. Ji bo Aram Tîgran pîvanên kiteyan, melodiya helbestê û yekparebûna maneyê gelekî giring bû. Wî carinan di helbestan de hin guhertinên hûrik jî dikirin. Têkiliya Aram Tîgran bi helbestkaran re têkiliyeke yekser bû, an wî dixwest ku helbestên xwe nîşanî wî bidin, an jî helbestkar bixwe didan wî. Ev yek jî taybetiya Aram Tîgran e ku di nav nifşê xwe xwe de hema bêje bê nimûne ye. Wî tenê bi muzîka folklorîk emel nedikir an jî tenê ji wêjeya devkî sûd wernedigirt her wiha têkiliya wî bi wêjeya nivîskî re yanî bi metnê re jî hebû. Helbestên Mîkaêlê Reşîd, Fêrîkê Ûsiv, Cegerxwîn jî kirine stran û ev stranên hanê wekî Rêya Kobanê hê jî li Kurdistanê tên guhdarîkirin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.