Serokê Parlamena Iraqê çû Şamê

Nûçeyên Cîhan

Duşem 27 Sibat 2023 - 01:31

Vê dawiyê gotegot hene li ser vegera hikûmeta Şamê li rêxistina Yekitiya Ereban. Di nava van gotegotan de Serokê Parlamena Iraqê Mihemed Helbûsî û şandeyên beşdarî Kongreya Yekîtiya Ereban bûne, gihiştin Balafirgeha Şamê.

Ji bo piştgiriya gelê Sûriyeyê piştî erdhejê, Yekîtiya Ereban doh ragihand ku şandeyek ji bo serdana Sûriyeyê ava kiriye. Yekitiyê da zanîn ku ji bo vegera Sûriyeyê li Yekîtiya Ereban wê xebat bên meşandin.

Ofîsa Ragihandina Serokê Parlamena Iraqê Mihemed Helbûsî bi daxuyaniyekê got, şandeya Yekîtiya Ereban bi serokatiya Helbûsî berê xwe daye Sûriyê.

Helbûsî doh bang li dewletên Ereban kiribû da ku têkildarî vegera Sûriyeyê li mala Erebî biryarekê bidin.

Serokê Parlamena Misirê Henefî Cibalî jî ji Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê daxuyaniyek da û got, “Parlamenên Ereban piştgiriya Sûriyeyê û gelê wê dikin. Sûriye wê li Yekîtiya Ereban û mala Erebî vegere. Ev serdan ji bo piştgiriya rêveberî, hikûmet û gelê Sûriyeyê ye.”

Her wiha hate ragihandin ku piştî erdheja li Bakurê Kurdistanê-Tirkiye û Sûriyê, gelek dewletên Ereban hewl didin ku bi rêya şandeyên alîkariyên mirovî dest bi normalîzekirina têkiliyên bi hikûmeta Şamê re bikin da ku Sûriye li Yekîtiya Ereban vegere.

ROJNEWS / ŞAM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.