Serkeftiyên kişikê xelat girtin

Duşem 23 Îlon 2024 - 15:53

  • Tûrnûvaya kişikê ya ku li Mexmûrê ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê(TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) ji bo bîranîna şehîd Tolhildan Qendîl bi dawî bû.

Merasîma xelatdayinê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hate girtin. 
Piştî rêzgirtinê bi navê Saziya Ciwanên Mexmûrê Dewrêş Apaydin axivî. Dewrêş  ji bo tevahî kesên ku beşdarî tûrnûvaya satrancê bûyîn serketin xwest û got: “Tûrnûva hem ji aliyê beşdaran ve hem jî ji aliyê temaşevanan ve bi awayekî baş derbas bû. Em jî weke Meclîsa Ciwanan serketinê ji bo hemû hevalan dixwazin.”
Kesên ku di tûrnûvaya kişikê de pile girtibûn ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Mexmûrê ve hatin xelat kirin.
Dilawer Mele Elî Sipêrtî di tûrnûvayê de bû yekemîn. Dilawer têkildarî tûrnûvaya kişikê axivî û anî ziman ku wan demeke xweş derbas kir û wiha peyîvî: “Me di vê tûrnûvayê de gelek hevalên nû naskirin û em ji bo vê tûrnûvayê sipasiya Tevgera Ciwanên Mexmûrê dikim. Û serketina vê tûrnûvayê diyarî Şehîd Tolhildan Qendîl dikim.” ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.