- Hêzên rejîma Îranê êrişî jin, zarok û xelkê dikin.
Serhildana xelkê Belûç ya li Îranê her ku diçe berfireh dibe. Hêzên rejîma Îranê êrişî jin, zarok û xelkê dikin. Tê gotin heya niha gelek kes hatine kuştin û birîndar bûne. Xetên înternetê jî li Belûçistanê hatine qutkirin.
22’ê Çile ya 2021’an leşkerên Îranê li bajarê Serawan ê ser bi parêzgeha Balûçistanê êrişî kolberên Belûç kirin û 10 kolber kuştin û çendek jî birîndar bûn.
Piştî bûyerê xelkê Beluç li parêzgeha Beluçistan a Îranê li dijî zilm û zextên rejima Îranê serî hildan. Nerazîbûnên ku 22’ê Çileyê destpêkirî hîn jî dewam dikin. Tevî êriş, kuştin û zextên hêzên rejîma Îranê, xelkê Belûç 4 roj in ku li ser piyane û serhildana li dijî rejîmê dewam dike.
Rejîma Îranê ji bo serhildana welatiyan deng venede, xetên înternetê li bajarên parêzgeha Belûçistanê qut kir. Ji ber vê agahî gelek dereng parve dibin, lê li gorî agahiyên dawî heya îro jî xwepêşandana xelkê Belûç dewam dike. Ciwan danê sibehê li bajarê Zahdanî ya navenda Belûçistanê daketin qadan.
Li gorî agahiyan xelkê Belûç li hemberî hêzên rejîmê, çeperên xweparastinê avakirine û xwe diparêzin. Tê gotin benda polîsan ya li taxa Şêrabad ya li navenda bajarê Zehdan ketiye destê xwepêşanderan.
ROJNEWS/SILÊMANÎ