Sererastkirineke wekhev divê

Çarşem 4 Hezîran 2025 - 03:15

Fatma Bostan Unsal paketa darazê ya nû rexne kir û got, "Di vê demê de ku bendewariyên li ser pêvajoya nû zêde bûne, ev sererastkirina ku tenê bi mehkûmên nexweş û extiyar re bi sînorkirî hate hiştin, bersiv neda bendewariyan. Pêwîstî bi sererastkirineke wekhev a di înfazê de heye."

Paketa Darazê ya 10'emîn ku demeke dirêj dihate hêvîkirin û bendewarî jê dihate kirin ku reforman bike, di 3'yê Gulanê de pêşkêşî Civata Giştî ya Meclîsê hat kirin. Tê gotin, naveroka paketê bersivê nade bendewariyan û xeyalên mezin ên civakê şikandiye.

Parêzvana mafên mirovan Fatma Bostan Unsal nerazîbûn nîşanî helwesta hikumetê da ku têkildarî paketa darazê di kêliya dawî de guhertin kir. Fatma Bostan Unsal axivî û destnîşan kir ku sererastkirina dihate hêvîkirin nehate kirin.

Fatma Bostan Unsal ragihand ku ji gavên pêvajoya nû wêdetir pêwîstî bi sererastkirinekê heye û got, "Guhertina înfazê ya di dema şewba koronayê de rê li ber berdana mehkûmên edlî vekir, dihate hêvîkirin ku mehkûmên siyasî jî bikevin ber vê guhertinê. Lewma hêvî ew bû ku sererastkirina înfazê ya ji ber pêvajoya nû bihata kirin, van hemûyan li ber çavan bigire. Di vê demê de ku bendewariyên li ser pêvajoya nû zêde bûne, ev sererastkirina ku tenê bi mehkûmên nexweş û extiyar re bi sînorkirî hate hiştin, bersiv neda bendewariyan. Pêwîstî bi sererastkirineke wekhev a di înfazê de heye."

Fatma Bostan Unsal anî ziman ku nerazîbûna li hemberî paketa darazê normal e, lê belê wê şikestineke mezin bi xwe re nîne û destnîşan kir ku divê dest ji zimanê cihêkar bê berdan.

Fatma Bostan Unsal got, "Ne bawer im ku ev paket şikestinekê bi xwe re bîne. Hêviya bi hezaran girtiyên li benda berdanê şikestî jî be, bi sererastkirineke nû ya meha Îlonê bê kirin re encama ji vê sererastkirinê dihate hêvîkirin bi derengî jî wê pêk were."

 ANF/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.