- "Lê belê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî li gorî bendewariyên me vê lêkolînê nake. Li ser mijarê ji herêmên Kurdan û Bakurê Iraqê gelek rapor tên."
EREM KANSOY / LONDON
Parlamenterê Ingilîz Russel-Moyle got, divê teqez were lêkolîn bê ka dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar anîne yan na û wî rexne li OPCW´ê girtin ji ber ku ew vê lêkolînê li gorî bendewariyan nake.
Endamê Parlamena Ingilîz ê ji Partiya Karker, Llyod Russel-Moyle rexne li Rêxistina Pêşîgirtina li Bikaranîna Çekên Kîmyewî (OPCW) girtin, û got, divê li ser sûcên şer ên dewleta Tirk, nexasim têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî, bêhtir delîl bêne komkirin.
Russell-Moyle endamê Koma Parlamenê ya Tirkiye û Sûriyeyê ye û pêşengiyê ji wê yekê re dike ku raporên li ser sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd, bikevin rojeva parlamenê.
Parlamenter Russell-Moyle xwest. teqez were lêkolan bê ka dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne yan na û wiha dewam kir: "Lê belê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî li gorî bendewariyên me vê lêkolînê nake. Li ser mijarê ji herêmên Kurdan û Bakurê Iraqê gelek rapor tên. Di vê mijarê de yek ji gavên girîng ew e ku guh bidin gelê Kurd.
Berê jî bi gelê Kurd re diyalog hatibû danîn. Ev rewş şerekî navxweyî ye. Bêguman divê çekên qedexekirî neyên bikaranîn.”
Ingilîstan dîsa çekan difiroşe dewleta Tirk
Di dewama axaftina xwe de Moyle fikarên xwe yên li ser firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê jî got, “Beriya bi çend salan, em çûn serdana Bakurê Sûriyeyê û di encamê de jî me karîbû ji bo demekê firotina çekan bidin rawestandin. Vê çend salan dewam kir; ji ber ku me îsbat kiribû ku dewleta Tirk piştgiriyê dide hêzên tundraw ên Îslamî û gelê Kurd qetil dike. Mixabin firotina çekan jinûve dest pê kiriye û em zanin ku Swêdê jî ev qedexe rakiriye û wê çekan bifiroşe Tirkiyeyê. Hêvîdar im ku ev rewş wê zêde dirêj dewam neke û firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê tavilê bê rawestandin."