Şerê Îsraîlê û Hemasê ji 7’ê Cotmehê û vir ve, didome. Piştî ku Hemasê êrişeke berfireh û xwînrij bire ser Israîlê, di navbeyna Îsraîlê û Hemasê de şer dest pê kiribû.
Li gorî agahiyên dawî, heta niha li Filistînê 23 hezar û 968 kes hatine kuştin.
Serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku şer hê wê bi mehan bidome.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê yê Filistînê yê li Xezeyê, Eşref Kudra got, ji 7’ê Cotmehê û vir ve, di şer de 23 hezar û 968 Filistînî hatine kuştin û 60 hezar mirov jî birîndar bûne.
Li gorî Kudra ji kesên hatine kuştin, 70 ji 100’î jin û zarok in.
NAVENDA NÛÇEYAN