- Li gorî îdîanameyê, sedozger Alexander B. di ber bertîlê de alîkarî kiriye bi xwediyê şirketê re ji bo hazirkirina hin raporan.
Beriya bi bêhtirî sê salan lêpirsînê li dijî Serdozgerê bajarê Elmanyayê Frankfurtê Alexander B. ji ber bertîlxwarinê destpêkiribû. Alexander B. di encama lêpirsînê de beriya salekê hate girtin û ji hingê ve ji bo dewam lêpirsînê di hepsê de ye.
Rûniştina dozê ya pêşî doh (13'ê Çileyên 2023'yan) dest pê kir.
Di dozê de ji bilî serdozger Alexander A. hevalekî wî yê xwediyê şirketekê jî tên dadgehkirin. Yek ji wan ji ber bertîlxwarinê yê din ji ber bertîldanê wê di vê dozê de bên dadgehkirin.
Li gorî îdîanameyê, sedozger Alexander B. di ber bertîlê de alîkarî kiriye bi xwediyê şirketê re ji bo hazirkirina hin raporan. Îdîaname 101 bûyerên cihê yên bertîlxwarinê dixe stûyê serdozgerê Elman.
Tişta di vê dozê de herî eceb ew e ku ev serdozgerê tê dadgehkirin, berpirs bû ji teftîşa gendeliya di sektora sihetê de.
Dadgeha Bilind a eyaletê ya Frankfurtê ji bo dozê 22 rûniştin heta dawiya meha Adarê hatine diyarkirin.
FRANKFURT