Şaxa ÎHD’ê yaAmedê nerazîbûn nîşanî biserdegitina komeleya xwe da û daxuyanîyek da çapemeniyê. Hevserokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytun got, biserdegirtina komeleyê li dijî hiqûqê ye.

Polêsên dewleta Tirk doh sibehê bi ser avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ya li navçeya Yenîşehîrê de girt. Hat zanîn ku serdegirtin bi hinceta ku Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê derbarê Rêveberê ÎHD'a Amedê Ferhat Berkpinar de daye destpêkirine, pêk hatiye. 

Hevserokê ÎHD’a Amedê parêzer Abdullah Zeytun got, “Bi sergirtina komeleyê re hemwext, hevalê me parêzer Ferhat Berkpinar jî di sergirtina mala wî de hate binçavkirin. ÎHD ev 35 sal in têkoşîna ji bo mafê mirovan dike. Em li pişta her maf û faelîyeta xwe ya ji bo mafê mirovan in. Di lêgerînê de belge û dosyayên komeleyê hatin desteserkirin. Serdegirtin li dijî hiqûqê ye. Komeleyeke ku bûye bingehê têkoşîna mafên mirovan, bisergirtina wê sûc e. Ji bo parêzer Ferhat Berkpinar daxwaza hevdîtina me hate redkirin.”

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî bisergirtina komeleyê û binçavkirina parezêr Ferhat Berkpinar şermezar kir û got, “Em vê rewşê bi ti awayî qebûl nakin. Ji bo vê rewşa li dijî hiqûqê, em ê gilî bikin.”

JINNEWS/AMED