Serdana gora Lêgerîn Çiya hat kirin

În 4 Nîsan 2025 - 03:00

Şandeyek ku ji sê jinên enternasyonal pêk tê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Şandeyê di heman demê de serdana gora şehîda enternasyonal Lêgerîn Çiya jî kir.

Ji bo xurtkirina têkoşîna jinan a li Rojavayê Kurdistanê û piştgiriya bi wan re, şandeyek ji jinên enternasyonal pêk tê, serdana herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Claudia Karol a ji Arjantînê, Dulce Rivas û Gaby Estrada jî ji Mexicoyê di nav şandeyê de cîh digirin.

Şandeyê serdana gora şehîda enternasyonalîst Lêgerîn Çiya (Alina Sanchez) a li Goristana Şehît Xebat Dêrîk a bajarê Dêrikê ye kirin û bi vegotina stranan pakrewanên azadiyê wê bi bîr anî.

Şande ji aliyê Kongra Star ve hat vexwendin da ku berê xwe bide Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Jinên di şandeyê de, bi salan e têkoşîna jina Kurd nas kirine û piştevaniyên xwe jê re nîşan didin. Ji bo xurtkirina têkilî û têkoşîna di navbera jinên Kurd û yên enternasyonal de, serdana qada berxwedanê Rojava kirin.

NÛJINHA/DÊRIK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.