Di şerê piştî êrişa Hemasê ya li dijî Îsraîlê de, li aliyê Îsraîlê herî kêm 1200 kes, li Xezeyê jî di bombardûmanê de 974 kes hatin kuştin. Zêdeyî 260 hezar kesî jî neçar man cih û warê xwe biterikînin.
Berdevkê artêşa Îsraîlê sibeha Çarşemê daxuyaniyek da û got, di êrişa Hemasê ya li ser Îsraîlê de hejmara qurbaniyan gihîştiye 1200 kesî. Ji van tenê 150 leşker in, yên mayî hemû sivîl in. Jonathan Conricus her wiha li ser hesabê xwe yê X'ê dîmenek weşand û diyar kir ku li aliyê Îsraîlê zêdeyî 2700 kesî birîndar bûne.
Xeze wêran dibe
Li aliyê Filistînê jî li gorî rayedarên cihî, li Xezeyê û Şerîa Rojava ya dagirkirî 974 kes hatin kuştin, zêdeyî 5000 kesî jî birîndar bûn.
Rayedarên hikûmeta Hemasê jî diyar kirin ku di êrişa hewayî ya sêşemê êvarê de herî kêm 30 kes hatine kuştin, bi sedan kes jî birîndar bûne.
Artêşa Îsraîlê sibeha Sêşemê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku li herêmên nêzî Xezeyê cenazeyên 1500 şervanên Hemasê hatine dîtin.
Bêhtirî 260 hezar kes koçber bûn
Li gorî Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî li Xezeyê 263 hezar û 934 kes neçar mane cih û warê xwe biterikînin. Tê texmînkirin ku ev hejmar zêdetir bibe.
Ofîsa Neteweyên Yekbûyî li gorî agahiyên ji rayedarên Filistînî wergirtî ragihand ku di bombardûmanê de zêdeyî hezar xaniyê hilweşiyane, xisareke giran li 560 xaniyan bûye.
XEZE