• Xelkê Şedadê ya bi ser kantona Hesekê endamê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Mihemed Hisên El-Mihemed, li Goristana Şehîdan a navçeyê bi merasimekê girseyî oxir kir. 

Xelkê Şedadê ya bi ser kantona Hesekê endamê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Mihemed Hisên El-Mihemed, li Goristana Şehîdan a navçeyê bi merasimekê girseyî oxir kir. 

Li goristanê endamên Erka Xweparastinê merasimeke leşkerî li dar xist. Di merasim de yek ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Ebid Mihemed El-Sayir axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. El-Sayir bal kişand ser berdewamiya têkoşîn û berxwedana gelên herêmê, ji bo qewitandina dagirker û çeteyan û rizgarkirina herêmên dagirkirî. 

Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Nacî E-Nicûm got: “Em çiqas behsa qehremaniya şehîdan bikin, dîsa jî em nikarin heqê wan bidin, lê belê em dilsozên fedekariyên wan bin.”

Mihemed Hisên El-Mihemed di 11’ê Cotmehê de dema erka xwe ya leşkerî li navçeya El-Deşîşa pêk dianî, şehîd bû.

HESEKÊ