Li kantona Reqayê bi navê "Firat û Reng′′ Sempozyûma Hunera Şêwekariyê ya 2’yan dest pê kir.
Sempozyûma Hunera Şêwekariyê li Reqayê dest pê kir. Sempozyûma bi navê "Firat û Reng" ji aliyê Komîteya Çandê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Reqayê ve hatiye organîzekirin.
Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 şêwekar beşdar in, her şêwekarek bi 2 tabloyan beşdar bûne.
Komîteyê diyar kir ku armanc ji sempozyûmê vejandina hunera şêwekariyê û belgekirina çandên herêmê bi rêya hunerê ye.
Tê payîn ku sempozyûm 10 rojan bidome û bi pêşangeheke tabloyên beşdar bi dawî bibe.
ANHA/REQA