Xwepêşanderên Iraqê dan zanîn ku ew ê êrişî Herêma Kesk bikin û gotin: “Roja Şemiyê wê bibe roja nîştîmanî ya dijî gendeliyê.”

Bi destpêkirina rûniştina Parlamena Iraqê re pêr xwepêşandanên li Herêma Kesk dubare dest pê kirin. Lê hêzên ewlekariyê rê li ketina xwepêşanderan girtin û alozî derket.

Xwepêşanderên ku armanc dikin sibe dest bi xwepêşandanê bikin, got, pêkanîna hikûmetê ji aliyê Hevpeymaniya Çarçoveya Hemahengî ve ew qebûl nakin. Her wiha wan got, di rojên pêş de ew ê xwepêşandanên li Qada Tehrîrê, li dijî her hewleke Hevpeymaniya Çerçoveya Hemahengî ya avakirina hikûmetê, dewam bikin.

Alîgirên Muqteda el-Sedr diyar kirin ku di navbera wan û Tişrîniyan de bi mebesta dewamkirina xwepêşandanên li paytext Bexdayê de hevkarî heye: “Roja Şemiyê wê bibe rojeke niştîmanî û girseyî li dijî gendelkaran û bikujên xwepêşanderan. Dibe ku êrişî Herêma Kesk bikin û li wir xwepêşandanên xwe bidomînîn.”

ROJNEWS/BEXDA